ÇEWLIG - Nûçegihana DÎHA’yê Semra Turan ku li Çewligê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan. Nûçeyên Turan çêkirin, nîşeyên nûçeyan û parvekirinên wê yên li ser tora civakî wekî delîlên sûc hatin nîşandan.
Di 13’yê Çileyê roja Înê de nûçegihana DÎHA’ye ya bi KHK’ê hat girtin Semra Turan ji îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin û ji midûryeta polîsan sewqî dadgehê hatkirin. Turan ku îfadeya wê ji aliyê dozger ve hat girtin, nûçeyên ku li Amed, Dersim û Çewligê şopandine, nîşeyên nûçeyan û parvekirinên wê yên li ser tora civakî wekî delîlên sûc hatin nîşandan.
Piştî li dozgeriya îfadeya Turan, hat girtin bi şertê kontola edlî bê berdan sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê daxwaz di cih de dît û biryar da ku bi şertê kontrola edlî Turan bê berdan.