MÊRDÎN - Li taxa Firatê ya Nisêbînê ku hilweşandin berdewam dike, di dema xebatên kolandinê de hat diyakirin ku cenzayek hatiye dîtin.
Li taxên Abdulkadît Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê yên Nisêbîna Mêrdînê ku qedexe dikeve roja 309’an hilweşandin berdewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li taxa Firatê di dema xebatên kolandinê de cenazeyek hatiye dîtin. Tê payîn ku cenazeyê hatiye dîtin bişînin Saziya Tiba Edlî.
Piştî qedexeya ku di 14’ê Adara 2016’an de hat îlan kirin û di 25’ê Tîrmehê de li cihek cihan hat rakirin, li gorî daxuyaniyên hatine dayîn ji 83 kesên jiyana xwe ji dest dane cenazeyê 25 kesan hatine teşhîskirin. Ji cenazeyên ku teslîmî malbatê nehatine kirin 23 li Rihayê, 6 li Amedê li goristana bêkesan hatine definkirin û 8 cenzae jî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tên ragirtin.