Qeymeqama Helepçe: Agahiyên 'Di navbera PKK û gundiyan de şer derketiye' ne rastin

HELEPÇE - Qeymeqama Helebce Nuxşe Nasîh îdiayên "Di navbera PKK’ê û niştecihên gundê Mordîne yê Helebce de şer derketiye" derewand û got: “Ew kesên ku gotinên bê bingeh dikin pêwîste radestî dadgehê bên kirin.”

Berpirsekî PDK'ê li Helebce, di 15'ê Çile de li ser malpera fermî ya partiya xwe, diyar kir ku li gundê Mordîne yê girêdayî Helebce di navbera niştecihên gund û PKK'ê de şer derketiye û di şer de endamekî PKK'ê jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî mijarê Qeymeqama Helebce Nuxçe Nasîh daxuyanî da ROJNEWS'ê û got: "Piştî ew gotinê berpirsê PDK’ê li Helebce ya têkildarî hebûna gerilayên PKK’ê û derketina şer di navbera wan û niştecihê gundê Mordîne de derketin, me lêkolîn da despêkirin. Piştî lêkolînê di encamê de derket holê ku ew gotin ji rastiyê dûrin û ti hebûnek a PKK’ê li wê deverê nine.”
Nuxşe Nasîb anî ziman ku demek zêdeye gundê Boyin û piraniya gundên wê deverê hatine valakirin û kes tê de najî ku tê de rasta hêzek weke PKK’ê were û wiha got: "Hêzên asayişê ji her tim parastina herêmê dikin. Heta niha rewş bi ewleye û bi rast hatina ti hêzek çakdarî ji ti bingehê xwe nine. Pêwîste hikûmet û aliyên ewlekariyê, yên bajêr li ser ew kesên bê piştrastiya agahî, zanyarî û gotinên ku belav dikin û dibin sedemê metirsî di nava gel de lêpirsîn bidin despêkirin. Di der barê vê yekê de emê cidî li ser mijarê lêkolîn bikin û rê nedin carek din tiştek bi vî awayî rû bide."