Merasima cenaze li malbata Êzidî kirin îşkece

MÊRDÎN - Welatiyê Ezidî Xidir Xelef ê ku li kampa AFAD’ê ya Midyadê jiyana xwe ji dest da, malbatê xwe li ser wesyata wî cenaze bibin Şengalê lê ji deriyê sînor hat vegerandin. Malbatê bi alîkariya xizmên xwe cenaze şandin Şengalê.

Welatiyê Êzidî Xidir Xelek ê 76 salî ku ji qetlîama DAIŞ’ê reviya, piştî qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê ya Yenîşehîrê hat kirin, di encama valakirina Kampa Fîdanlikê li Kampa AFAD’ê yê Midyadê jiyana xwe ji dest da. Xidir ku di 11’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, malbat li ser wesyeta wî xwestin cenaze bibin Şengalê, kurê Xidir Rizgar Xidir, dayîka wî hevjîna wî cenaze birin deriyê sînor ê Xabûrê ku li Silopiyê ye u xwestin biçin Herêma Federal. Lê bi hinceta pasaportên wan tune ne destûr nehat dayîn ku ji sînor derbas bibin. Polîsên li deriyê sînorin diyar kirin ku ew ê destû bidin birine cenzae lê destûr nadin ku ferdên malbatê derbas bibin.

XIZMAN CENAZE GIRTIN

Li ser vê yekê Rizgar li xizmên xwe yên li Herêma Federal geriya. Xizmên wan ên ji Didukê hatin cenaze bi ambulansê birin Şengalê û li Şebhul Kasim Ziyaretî defin kirin. Malbat ku ji ber destûr nedan derbas bibin vegeriyan Midyadê ji bo sê rojan konê şînê danîn.

‘ÊŞA ME ZÊDE KIRIN’

Ji ber ketina kampê ji rojnamegeran re qedexe ye me bi telefonê gihad Rizgar Xidir. Xidir, da zanîn ku tişta hatiye kirin zilme, êşa wan zêdetir kirine û wiha got: “Li kampa Midyadê şertên jiyanê zehmetin. Ji ber ku em mecbûr man me axa xwe terk kir em ji fermanê reviyan. Hêjî 6 gundên me di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de ne. Em li benda encama operasyona Mûsilê ne. Dema gefa DAIŞ’ê bi dawî bû em ê vegerin ser axa xwe.”