Qeyûmê li Cizîrê dîsa karker ji kar derxistin

ŞIRNEX - Li Cizîrê qeyûm 11 karker ji şaredariyê derxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnex qeyûm bêyî ku hincet nîşan bide 11 karker ji şaredariyê derxistin. Di nav xebatkarên hatine derxistin de xwîşka endamê SES’ê Aziz Yûral ê ku di qedexeya 14’ê kanûnê de hatibû îlankirin jiyana xwe ji dest dayî, Rojîn Yûral jî heye. Navên xebatkarên hatine derxistin wiha ne; Rojîn Yûral, Yasemîn Înanç, Şükriye Çeter, Zeynep Acet, Cengîz Oglagi, Alî Ustun, Alî Bayar û Servet Sansak.