Di teqîna li Şirnexê de 5 kes birîndar bûn

ŞIRNEX - Li Şirnexê dema maşîna karkerên qanalên avê derbas dibûn teqîn pêk hat. Di teqînê de 5 karkerên aydî şîrketa mutahîdên avê birîndar bûn.

Li taxa Dicle ya Navenda Şirnexê saet li dara 15.15'an dema karkerên fîrmaya muteahîdan qanalên avê bi maşînê derbas dibûn teqîn pêk hat. Di teqînê de operatorê maşînê Ebubekir Barkin, Mehmet Belge û welatiyên taxê Beşir Kulter, Refik Erdem û Abdurrahman İdin jî di navde 5 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.