Rojnamegerên Îsveçî hatin berdan

AMED - Du rojanemgerên Îsveçî yên ku li navenda Amedê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin piştî demekê hatin berdan.

Li Amedê du rojnamegerên Îsveçî yên bi navê L.N.B û R.A.S ku duh di saetên şevê de dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li Midûryeta Polîsan a Têkoşîna Bi Terorê re (TEM) hat girtin sewqî Midûryeta Biyaniyan hatin kirin.

Piştî karên wan li vir bi dawî bûn rojnameger serbest hatin berdan. Her du rojnameger duh xwestin biçin Şirnexa ku qedexeya devre rabûye lê ketina wan a bajar hatibû astengkirin.