'Em dê hesaba kuştina 3 zarokên xwe bipirsin

ŞIRNEX - Malbata Gerez ku 3 zarokên wan di 5 mijdarê de ji ber teqîna alavên leşkerî jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku wê heta dawî hesabê kuştina zarokên xwe bipirsin.

Ji 14'ê adarê heta niha qedexe, xirakirin û talana li Şirnexê berdewam dike. Li taxa Yeşîlyurta Şirnexê dema ku zarokan di nava xirbeyên malan de di leyîstin di encama cismekî teqemenî de sê zarokên xwişk û bira yên bi navê Evîn, Nîhat û Ozgur jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê hersê zarokan li goristana gundê Dehlabî yê bi ser Şirnexê ve hatibûn veşartin. Dayîk û bavê hersê zarokan di derbarê buyerê de axivîn.

Dayîka hersê zarokan Fehîme Gerez di derbarê zarokên xwe de wiha axivî:"Serê sibê zu bû min zarokên xwe danî ber tavê ez çûm mal de di nava çend deqeyan de dengek mezin yê teqînekê hat. Min ji nîşka ve dît zarokên min li ber çavên min parçe parçe bûne. Ezê heta Mehkemaya Mafên Mirovan ya Ewropayê jî herim û hesabê kuştina zarokên xwe bi pirsim."

'EZÊ HESABÊ KUŞTINA ZAROKÊN XWE BIPIRSIM'


Bavê hersê zarokan Abdulkerîm Gerez jî wiha qala buyerê kir:" Ez wê demê ne li malê bûm ez pir xemgînim mala me xirabû zarokên min hatin kuştin lê dîsa bila serê herkesê saxbe. Ez tu carî heqê zarokê xwe li erdê nahêlim ezê heta Dadgeha Mafê Mirovan herim û hesabê zarokên xwe bi pirsim. Ez vê li cem wan kesên ku bune sebebê zarokên min nahêlim." Her wiha du zarokên din yên malbata Gerez yên bi navê Adem Û Rozerîn jî di heman buyerê de birindar bibun. Yek ji van zarokan Rozerîn Gerez niha li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Amedê tê derman kirin û Adem Gerez jî niha li malê tê derman kirin.