Waliyê Stenbolê: Êrîşkar li Efganîstanê perwerde bûye

STENBOL - Polîsên Stenbolê êrîşkar Abdulkadir Masharipov êrîşkarê (Ebu Muhammed El Horasani) ku li dijî Navenda Şahiyê Reîna ya Ortakaya Stenbolê çalakî pêk anî û 39 kes kuştin, li Esenyurtê binçav kirin. Li gel êrîşkar 4 kesên din jî hatin binçavkirin. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin têkildarî êşîkar agahî da û diyar kir ku êrîşkarê Reînayê li Efxanîstanê perwerde dîtiye.

Polîsên Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan şevê din saet di 23.30'an de li dijî mala ku Abdulkadîr Masharîpov (Ebu Muhammed El Horasani) yê ji Kırgızistanê ye lê dimîne, operasyon pêk anî. Di operasyonê de li gel êrîşkar Masharîpov 3 jinên bi navê Dina A. (27) yê welatiyê Senegalê, Aysha M. (27) yê ji Somalî, Tene Trare (26) yê ji Misirê ji hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Hat zanîn ku di operasyona li
Esenyurtê kurê êrîşkar jî li cem wî hati binçavkirin.

Hat diyar kirin ku êrîşkar Masharîpov li Afganistanê perwerde dîtiye û di ser Îranê re derbasî Tirkiye bûye. Hat diyarkirin ku Masharipov bi zimanê eremî, Ozbekî, Çînî û Rusçî dizane. Şahidê operasyonê Sezer Aras diyar kir ku di operasyonê de dema Polîsên tevgera tîmên taybet kesên bersûc binçavkirin 2 kes lînç kirin. Aras, da zanîn ku ew bi erdê re kaş kirin û binçavkirin.

WALÎ DAXUYANÎ DA

Waliyê Stenbolê Vasip Şahin û Mûdirê Polîsan ê Stenbolê Mustafa Çalişkan dê têkildarî operasyonê daxuyanî dan û diyar kirin ku êrîşkar sûcê xwe li xwe mikur hatiye. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin, diyar kir ku êrîşkarê Reînayê li Stenbolê binçav kirine û wiha got: "Navê wî Abdulkadir Masharipv e. Di sala 1983'yan de li Ozbekistanê ji dayik bûye. Li Efxanîstanê perwerde dîtiye. Terorîstekî ku bi 4 zimanan dizane û baş perwerde bûye.Tê texmînkirin ku di Çileya 2016'an de ketiye welatê me. Terorîst sûcê xwe qebûl kiriye. Di heman demê de di lêkolînê de hatiye tespîtkirin ku şopa tiliyan jî hevdu girtine. Li cem terorîst 197 hezar dolar hat bidestxistin. 2 hezar 200 îxbar hat kirin. Zarokê wî di dema operasyonê de ne li cem wî bû.

Kujer di serê salê de li Navenda Şahiyê ya Reina ku li semta Ortakoyê ya Stenbolê ye êrîşa çekdarî pêk anîbû. Di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 65 kes birindar bûbûn.