COLEMÊRG - Di çarçoveya biryarên KHK’ê de şaxa KURDÎ-DER’ê ya Şemzînanê jî hat mohrkirin.
Şaxa Komaleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a Şemzînanê ku di nav 370 komale û saziyên ji aliyê Wezareta Navxweyî hatin girtin de bû jî ji aliyê polîsên malî ve hat mohrkirin. KURDÎ-DER a gelek xwendekaran lê perwerdehiya ziman ditîn, hat mohrkirin.