TOMA dê li pêy edaletê be!

EDENE -Li hemberî TOMA'ya polîsan a bi gaz û ava şid êrîşî civakê dike, alternatîfek hat avakirin. Lijneya Rêveberiya Baroya Edeneyê, bi mebesta mudaxilî bûyerên civakî bibe lijneyeke şopandina dozan a bi navê TOMA ava kir.

Baroya Edeneyê, bi mebesta mudaxilî bûyer û dozên civakî bibe, bi navê TOMA "Toplumsal Olaylara Müdahale ve Davalara Takip Kurulu" (Lijneya Şopandina Doz û Mudaxileyên Bûyerên Civakî) yekîne ava kir. Serokê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk ê der barê yekîneya ku bi biryara lijneya rêveberiyê hat avakirin axivî got: "Bi mebesta şopandina doz û bûyerên civakiyî yên wek ku herî dawî wargeha xwendekaran şewitîbû me hewldaneke wisa ava kiriye."

DÊ PARÊZERÊN XWEDÎ TECRÛBE PEYWIRÊ WERGIRIN

Kuçuk anî ziman ku, ew ê di dosyeyên ku mudaxilî wan dibin de parêzerên xwedî tecrûbe peywirdar bikin û wiha axivî: "Em ê di bûyera şewata Aladag û bûyerên din ên civakî de, bi şopandina taybet a hevalên xwe yên di lijneyê de bimeşînin. Çawaa Navenda Mafên Jinê, Navenda Mafên Parêeran, Navenda Mafên Staj Perwerdehiyê yên baroyê hene, dê TOMA jî der barê mijarên civakiyî de bibe navendek. Berê çend baroyan ev navend disepand, lê niha nasepînin. Dê li herêma me bibe ya yekemîn. Dê di serdema pêş de jî bi awayekî aktîf tevbigere."

SERLÊDANÊN ŞEXSÎ DIKARIN BÊN KIRIN

Kuçuk diyar kir ku, kesên di bûyerên civakiyî de hatine mexdûrkirin dikarin bi awayekî şexsî jî serî li TOMA'yê bidin û anî ziman ku, piştî facîaya şewatê ya li Aladagê, wan serdana malbat û birîndar kiriye û xwestiye mudaxilî lêpirsînê bibin. Kuçuk wiha got: "Em ê mudaxilî bûyerên ku bûne malê civakê bibin. Yanî bûyerên ku hêlên wan ên civakiyî hene û civakê eleqedar dikin. Yanî yên wek hêlan, bûyerên terorî û facîaya şewatê ya li Aladagê."