REQA- Hêzên QSD'ê yên ber bi Reqaya ku di desthilatdariya DAIŞ'ê de ye diçin, ji bo bi awayekî tendirûstiyane gel ji herêma operasyonê tahliye bikin, bi radyoya ku ava kirine gel ber bi qadên azad ve beralî dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi navê "Xezeba Firatê" ber bi Reqayê ve diçin, ji bo bi awayekî tenduristiyane gelê sivîl ji herêma operasyonê tahliye bikin bi Radyoya Dengê Reqayê ya ava kirin pêwendiyê datînin. Radyoya ku di ser frekansa 106.7'an de weşana xwe dike, bi du zimanan mizgîniya wekhevî, aştî û jiyaneke bi hev re dide gelan.
KÊLÎ BI KÊLÎ AGAHIYÊN OPERASYONÊ RADIGIHÎNE
Radyo ya ku li herêma operasyonê kêlî bi kêlî geşedanan radigihîne Reqayiyan, ji aliyê çapemeniya QSD'ê ve tê birêvebirin. Ji xebatkarên radyoyê Roder Miho, got ew bi rasyoyê re pêwendiyê bi gel re datînin û der barê operasyonê de agahiyan radigihînin. Miho diyar kir ku, di heman demê de ji bo gel bigihên herêmên ewle jî bangawaziyand ikin û wiha axivî: "Em hemû geşedanên operasyonê radigihînin gel. Di vê pêngavê de pêşaniya me ewlehiya mirovan e. Em ji gel re radigihînin ku, bê kuder di dest QSD'ê de ye û bê kuder di dest çeteyên DAIŞ'ê de ye."
'EM TORA PÊWENDIYÊ XURT DIKIN'
Miho ragihand ku, di heman demê de ew geşedanên Reqayê radigihînin cîhanê û şervanên li herêmên din jî û got, bi vê rêbazê ew motîvasyon û moraleke baş li şervanên herêma din peyda dikin. Miho dest nîşan kir ku, ew 24 saet weşanê dikin û wiha diyar kir: "Her kes dikare li ser frekansa 106.7'an guhdariya radyoya me bike. Em 24 saetan weşanê dikin. Niha em tenê bi kurdî û erebî weşanê dikin. Di rojên pêş de dê ev rewş biguhere. Em ê bi gelek zimanan weşanê bikin. Em ê xwe bêtir bigihînin girseyan."
‘EM JIYANEKE WEKHEV Û AZAD BERPÊŞ DIKIN'
Miho anî ziman ku, di heman demê de radyo deng û biratiya gelan e û got, ew mizgîniya jiyaneke bi hev re, azad û wekhev didin. Miha wiha domand: "Gelê Reqayê dixwaze çi hîn bibbe, em hemûyan parve dikin. Ji bo em vê mezintir bikin pêdiviya me bi piştevaniya gel heye. Em ê destûra vê feraseta tarî nedin ku xakên me qirêj bikin. Em bi weşanên xwe bi hawariya gelê xwe ve diçin. Em ji wan re dibêjin, 'hûn ne bi tenê ne, em hatine we rizgar dikin.' Em ê dengê xwe gurtir bikin. Em dixwazin gelê Reqayê hembêza xwe ji zarokên xwe re veke."
'DAIŞ BI ÇAR ZIMAN TIRSÊ BERBELAV DIKE'
Miho got, QSD xwe gihandiye keviyên Tabqayê û got, DAIŞ bi tirkî, erebî, fransî û îngilîzî weşanê dike û anî ziman ku, bi radyoyekî bi navê "Îzaat-ul Beyan" bombeyên zindî û mironê wek tiştên pîrozmend dide nîşandan.
Nazim Daştan - Dîhaber