‘Li hemberî tiryaka li Sûrê belav dibe xwe li nedîtiyê datînin'

AMED - Li Sûra ku ev demeke dirêj e di bin dorpêçkirinê de ye, ciwanekî ku ew bi xwe jî pêgirê tiryakê ye diyar kir ku li Sûrê her diçe esrar û tiryak zêde dibe, her tişt di bin çavdêriya polîsan de pêk tê û polîs vê yekê ji nedîtî ve tên.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ya ku li ser her kuçe û kolanên wê hema bêje noqteyên venêrînê yên polîsan hene, pêgirên tiryakê navçe ji xwe re kirine mesken. Ciwanekî pêgirê tiryakê yê bi şertê dê navê wî neyê aşkerekirin axivî, der barê peydakirina tiryakê, bazirganî û temîna wê de agahî dan. Ciwan dest nîşan kir ku, bi taybetî tiryak ji aliyê ciwanan ve tê peydakirin, lê polîs jî di vexwarina wê de xwe li nedîtiyê datînin û derpêş kir ku, di serî de navçeya Sûrê li gelek deverên bajêr bazirganiya tiryakê zêde bûye. Ciwanê pêgirê tiryakê anî ziman ku, ew 12 sal e esrarê vedixwe, lê her cara hewl dide dev jê berde rastî tacirên tiryakê tê.

‘ZAROK WEK NOKAN BIFIROŞIN ESRARÊ DIFIROŞIN'

Ciwanên 29 salî diyar kir ku, bi taybetî jî li Taxa Alipaşa ya Sûrê li her kuçeyê esrar tê kişandin û firotin û wiha axivî: "Dixwazim dev ji esrarê berdim. Lê her tim kesên esrarê difiroşin min dibînin. Zarokên 10-12 salî wek nokan bifiroşin, li her kuçeyê esrarê difiroşin. Ev rewşa ciwanan a tevizandî li gor dilê polîsan e û ji ber vê xwe li nedîtiyê datînin."

‘TIŞTEK JI DEST ME NAYÊ'

Ciwan parast ku rayedar jî li hemberî vê xwe li nedîtiyê datînin û wiha domand: "Tu tişt ji dest me nayê, lê tiştek ji dest rayedaran t û rayedar li hemberî pêgirên tiryakê û tiryakfiroşan xwe li nedîtiyê datînin. Dixwazim dev jê berdim û min gelek caran jî hewl da. Çimkî, ez ji esrarê direvim, lê ew min dibîne. Bi taybetî li Taxa Alipaşayê ya Sûrê, li her kuçeyê ciwan esrarê difiroşin û zarokên 10 salî jî di ber çavên polîsan re derbas dibin."

‘MIROV LI HER KUÇEYÊ RASTÎ WAN TÊ'

Ciwan derpêş kir ku, li vê taxa navçeyê li serê her kuçeyê mirov rastî pêgirên tiryakê û tiryakfiroşan tê û wiha domand: "Polîs li kuçeyê komeke esrarê dikêşin dibînn. Ji wan dibpirsin, 'Ciwano hûn çidikin?' Ciwan jî dibêjin, 'em vedixwin.' Polîs jî ji ciwanan re dibêjin, 'Bêyî hûn pir li ber çavan bikevein, tevbigerin.' sedema vê jî ev e ku, polîs dixwazin her tim ciwan tevizandî bin. Demekê polîsan li dijî tiryakê tevgeriya û firotina wê kêm bûbû. Lê belê carekê rê li be rhat vekirin, êdî zehmet rêgirtina wê."

‘HEKE LI SER BÊ RAWESTANDIN DÊ BIQEDE'

Ciwan ê ku got, “Bi rastî jî heke rayedar li ser rawestiyanan niha tu kesî venedixwar" anî ziman ku, firotina tiryakê heta gundan jî diçe. Ciwan ê pêgirê tiryakê anî ziman ku, rêgirtina li ber tiryakê bi binçavkirinekê pêk nayê û parast ku, heke rayedar tim baldar bin û li ser rawestin dê bikaranîna wê biqede.

‘HEKE TU NE BIKARHÊNER BÎ JÎ TÊN TE DIBÎNIN'

Ciwanên demek dirêj e pêgirê tiryakê ye wiha dest nîşan kir: "Bi rastî jî heke tevdîr bên girtin, dê ne firotina wê ne jî kêşana wê pêk bê. Ez ê jî bi vî awayî dev jê berdim. Lê dema diçim Sûrê, li kuçeyê zarokekî 10 salî jî dipirse, 'dixwazî?' Dema tu biçî Taxa Alipaşa ya Sûrê, heke tu eleqa te bi tiryakê tune be jî, tên te dibînin."