Ser hewadariya girtiyên siyasî bi têlan digirin!

ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, di nameyên şandin de ragihandin ku bi awayekî kêfî amûrên wan tên desteserkirin, di dema çûn û hatina nexweşxaneyê de tên kelepçekirin, girêdana bi leşkeran tê sepandin û ser hewadariya qawîşên ku lê dimînin dixwazin bi têlan bigirin.

Ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê li ser navê girtiyên ji dozên PKK, MLKP, MKP û DKP'ê Fethullah Demirtaş, Mahzar Guler, Mustafa Oner, Serkan Gungor name şandin û di nameyan de balê kişandin ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê.

‘BI AWAYEKÎ KÊFÎ AMÛRÊN ME TÊN DESTESERKIRIN'

Girtiyan di nameyên xwe de diyarkirin ku, li girtîgehan binpêkirinên mafan ên ji berê heta niha didomin, bi OHAL'ê re çewisandin, îşkence û sepandinên tecrîdê zêde bûne û wiha domandin: "Bi mehaye em niakrin derekvin sohbetan, eşyayên malbatên me tînin nadin me. Gelek amûrên me bi awayekî kêfî hatine desteserkirin. Ji ber agahî dane postexaneyên bajêr, eşyayên ku malbat bi rêya kargoyê dişînin nagirin. Her wiha eşyayên tên jî, bêyî hayê me jê hebe dubare li malabtan tê vegerandin."

‘SER HEWADARIYÊN ME BI TÊLAN TÊN GIRTIN'

Girtiyan di nameyên xwe de ragihandin ku, di dema çûnhatina nexweşxaneyê de tên kelepçekirin, girêdana bi leşkeran tê sepandin û wiha dest nîşan kirin: "Bi nêzîkatiyên tehrîkî û rencîdeyî provakasyonan derdixin, mafên me yê tedawiyî û parêziyê bi vî awayî tê astengkirin. Lêgerîna tazî ya binpêkirina rûmetê li malbatên me tê ferzkirin. Di lêgerînên qawîşan de polîs jî tên mudaxilkirin û zemîna êrîşan tê amadekirin. Ser hewadariyên me bi têlan digirin û bi awayî mafê me yê dîtina asîmanan û bêhnvedanê jî tê astengkirin. Teslîma pirtûk, kovar û rojnamegeran a bi rêya posta û destan bi temamî hatiye qedexekirin."

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Herî dawî girtiyan di nameyên xwe de wiha got: "Em ê li dijî van sepandinan, qethiyen bêdeng nemînin. Em ê hemû îtirazên xwe yên huqûqî bikin, ji bo em encamê wergirin em ê her cure tewrên xwe yên rewa nîşan bidin, em ê teqez li ber xwe bidin. Her wiha em li benda eleqe û piştevaniya raya giştî ne jî."