Di êrîşa li Kahîreyê de herî kêm 8 polîs mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Misirê, li herêma Wadî el Cedîd a li başûrrojavayê Kahîreyê, li dijî polîsan êrîş pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 8 polîs mirin.

Wezareta Karên Hundir a Misirê têkildarî êrîşê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîş li benda kontrolê ya El Naqab a li Wadî el Cedîdê pêk hat û 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 2 êrîşkar jî hatin kuştin. Piştî ku Serokkomar Mûhammed Mûrsî ku endamê Biratiya Misilman e, di Tîrmeha 2013'an de bi darbeya leşkerî hat têkbirin, li Misrê êrîşên komên Îslamî yên tund zêde bûn. Di encama êrîşên 3,5 salan de bi sedan polîs û leşker mirin. Êrîş herî zêde li Girava Sîna diqewimin.