REQA - Eşîrên herî mezin ên Reqayê di bin sîwana Odeya Çalakiya Xezeba Firatê de kom bûn û diyarkirin ku ew ê bi hevre jiyana ji nûve biafirînin û piştgirî didin Federaliya Sûriyeyê.
Odeya Çalakiya Xezeba Firatê duh derbarê duyemîn pêngava operasyonê de li gundê Hecî Elî yê li rojhilatê Bendava Tişrînê ye civînek li darxistin û 28 eşîrên erep ku piştgirî dan şervanan jî tevlî civînê bûn û daneyên civînê derdikevin holê.
Di operasyona ku roja 37’emîn de berdewam dike û Tabka hatiye dorpêçkirin, bi hezaran kîlometre ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û nûnerên eşîretên Ereb ên herêma Reqayê diyarkirin ku ew ji bo federaliya Sûriyeyê li hev kom bûne.
Yek ji pêşengên eşîreta herî mezin a herêmê ku 28 eşîrên ereb di bin sîwana xwe de dihewîne “Wîzze” Musa Şêxî diyar kir ku gelek eşîretên li herêmê hatine cem hev, biratiya gel dixwazin û wiha got: “Ji bo em alîkariyê bidin QSD’ê me dest bi xebatan kiriye. Em ê di rojên pêşde bi daxuyaniyekê vê ragihînin. Hinek hêzên me jî tevlî operasyona Reqayê bûn. Ji bo em bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin em ê têbikoşin. Ji bo aştî û biratî bikeve nava axa Sûriyeyê pergalek tê avakirin. Em hatine ku bibin parçeyek ji vê pergalê.”
'EM TOVÊN XWIŞK Û BIRATIYÊ DIÇÎNIN’
Yek ji mezinên eşîreta Bîgara Kamîl Mihemed da zanîn ku gelê kurd û ereb hatine gel hev li dijî zilma DAIŞ’ê bingeha biratiyê ava dikin û wiha pêde çu: “Em ji bo gelan ji zilma DAIŞ’ê rizgar bikin bûne yek. Em îro hemû yekin. Di bingehê vê yekgirtinê de em tovê biraytiyê diçînin. Êdî me tov çand, em bi vê baweriyê tên cem hev. Kesek bikare bikeve navbera me, xwestin me bikib dijminê hev lê bi ser neketin. Li ser vê axê pêwîstî bi hizurê heye. Em dixwazin ku hemû kes vê baş bizanibe. Em ê biratiya xwe pêşde bibin.”
'EM JI BO SÛRIYEYEK FEDERAL HATIN CEN HEV’
Yek ji nûnerên eşîreta Boasaf ku li herêma Tabka tê nasîn Xalid Abdullah jî wiha aixvî: “Hemû eşîretên erep dê ji bo pergala federal bên cem hev. Dê her kes cihê xwe di vê pergalê de bigire. Em wekî kurd, ereb, turkmen û suryanî hatin cem hev. Me li dijî zilmê serî rakir. Em dihizirin ku ev ji bo mirovahiyê pêngavek girînge. Ji ber ku bi salane em di bin zilma DAIŞ’ê de dijîn. Em QSD’ê pîroz dikin. Em minetdarên wanin hem me hem jî bajarê me rizgar dikin. Ji bo ev berdewam bike tişta dikeve ser milê me em ê bikin. Ji ber wê em hemû gel dê bên gel hev û piştgiriya xwe nîşan bidin. Divê em vê pergala ku dê hemû gelên Sûriyeyê xwe tê de bibînin bi hêz bikin.”
Nazim Daştan - dîhaber