Eşîrên ereb bang li tevlêbûna ciwanan kir

REQA- Eşîreyên Ereb ên bajarê Reqayê piştgiriya xwe ya ligel şervanên QSD'ê anîn ziman û banga tevlîbûnê li ciwanan kirin.

Eşîreyên ereb daxuniyek dan û pişgiriya xwe bi şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê re nîşan dan. Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîreya El-Weze (mezintîrin eşîreyên herêmê) Seîd Mehmûd ve hat xwendin. Mehmût, diyar kir ku ji bo wan serkeftineke ku ew di kêliyên ku erdê wan ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin nav gelê xwe de amade ne û wiha got: "Em bejna xwe li hember şervanên xwe ditewînin. Em hêvî dikin ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê were rizgarkirin. Em amade ne bajarê Reqayê û gundewarên xwe ji aliyê siyasî û xizmetguzarî ve birêve bibin û xizmeta gelê xwe bikin. Em projeya Federaliyê weke çareseriyeke herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dibînin.

BANG LI CIWANAN KIRIN

Mehmût, di berdewama daxuyaniyê de bang li ciwanên ku gund û herêmên wan hatine rizgarkirin jî kir û wiha got: "Em bang li ciwanên herêmên rizgarkirî dikin ku beşdarî nava refên QSD'ê bibin."