STENBOL - Rojnamegerên ku ev 24 rojin li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên ragirin tê payîn ku îro derxînin dozgeriyê. Hempîşeyên wan dê saet di 13.00'an de li ber dadgehê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê
Rojnameger, Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîclê (DÎHA) Omer Çelîk û nûçegihan Metîn Yoksu, Midûra Berpirsyar a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin, edîtora Dîkenê Tunca Oğreten û xebatkarê Rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, ku ev 24 rojin li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin îro ji bo îfade bidin dozger dê bînin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayane.
Rojnamegerên ku duh di îfadeyên li midûryetê de berdiva pirsan nedan mafê xwe yê bêndegiyê bikar anî bûn. Li aliyê din hempîşeyên rojnamegerên binçavkirî dê êrî saet di 13.00’an de li ber deriyê dadgehê kom binin û banga tevlîbûnê kirin û wiha gotin:
“6 rojnamegerên di bin çavan de ne derdixînin dadgehê
Rojnamegerên ku ji ber derbarê maîlên Berat Albayrak de nûçe çêkirine û di 25’ê Kanûnê de hatin binçavkirin Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîclê (DÎHA) Omer Çelîk û nûçegihan Metîn Yoksu, Midûra Berpirsyar a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin, edîtora Dîkenê Tunca Oğreten û xebatkarê Rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, dê derxinin dadgehê.
Ji bo binçavkirinên keyfî şermezar bike Midûra Berpirsyar a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan ev 24 roje di greva birçîbûnê de ye, ji bo em piştgirî bidin Okatan û 5 rojnamegerên din em ê li ber dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Em li benda tevlîbûna we ne.”