STENBOL - Namzetê MHP'ê yê Stenbolê Mehmet Aslan, ji sucdariya "heqaret li Serokomar kiriye" hat binçavkirin.
Namzetê parlamenterê Stenbolê yê MHP'ê Mehmet Aslan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Stenbolê de bi îdîaya "Heqaret li serokomar kiriye" hat binçavkirin. Hat zanîn ku der barê Aslan de ji ber ku di medyaya civakî de nivîs parvekirin hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Li bendê ye ku Aslan piştî nîvro derxin dozgeriyê.