SÊRT - Li Sêrtê dema malbat çûn hevdîtina xizmên xwe hat zanîn ku 21 girtiyên di nava wan de girtiyên nexweş jî hene sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.
Hat zanîn ku 21 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E a Sêrtê dimînin di 13’yê Çileye roja Înê de bêyî agahî bidin malbat û parêzerên wan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Malbat dema çûn hevdîtina xizmên xwe, rayedarên girtîgehê ji wan re ragihandin ku girtî hatine sewqkirin. Di nava girtiyên hatine sewqkirin de girtiyê nexweşê epîlepsiyê ku rewşa wî girane Veysel Akkurt jî heye.
Navê kesên hatine sewkirin û girtîgehên ku şandinê wihane:
Girtîgeha Tîpa T a Bafra; Melek Çarpan, Mervan Karakuş, Methî Adar, Methî Aykaç, Nevzat Çelîk, Remzî Turkoz, Sabrî Bark, Suleyman Aktaş, Şakîr Tutuş.
Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhane; Mehmet Salîh Temel, Ramazan Gultekîn, Şiyar Tîmurtaş, Vedat Oktay, Mehmet Yaman.
Girtîgeha Tîpa E ya Ordu; Cafer Akdogan, Cemîl Ayhan, Îsmaîl Tekkek, Lokman Danerî, M. Halîl Gumuş, Veysel Akkurt, Huseyîn Arasan.