Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rota Haberê hat binçavkirin

YALOVA - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Cemaeta Gulen de Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rota Haberê Unal Tanik, li Yalovayê hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Cemaeta Gulen de Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rota Haberê Unal Tanik, bi îdîaya “endamê rêxistina terorê ya bi çeke” li Yalovayê hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku Unal Tanik ji aliyê koma Midûryeta Polîsan a Bajar ve li navnîşana hatiye diyarkirin bi operasyonekê hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de destdanîne ser gelek “belge û meteryalên dijîtal” û dê Tanik bibin Stenbolê.