Ji doza DAİŞ'ê ya Amedê kesek taliye bû

AMED - Ji doza DAİŞ'ê ya Amedê ji 4 kesên girtî dihatin darizandin yek jê taliye bû. Di rûniştina dozê de Mustafa Deniz, diyar kir ku ji bo xwe ji PKK'ê biparêze çek bi xwe re digerand û wiha got: "Me serî li polîsan da, polîsan got tedbîrên xwe bigirin'

2'emîn rûniştina doza 4 jê girtî 18 kesên bi sedema endamên DAIŞ'ê ne û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di 26'ê Cotmeha 2015'an de li navçeya Peyasa Amedê di serdegirtina malê ya endamê DAIŞ'ê têde pevçûn derketibû. Di pevçûnê de polîsê bi navê Sadık Ozcan û Gokhan Çakicî û endamên DAIŞ'ê Veysel Argunaga, Cahit Olmez, Serhat Seyîthanoglu, Ergun Gul, Sidik Bunul, Orhan Genç û Ersel Gerguy jiyana xwe ji dest dabûn. 4 polîs jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê 15 jê girtî der barhê 17 bersûcan de doz vebû. Di rûniştina yeyekemîn a meha Cotmeha 2016'an de 12 kes hatibûn berdan. Piştî lêpirsînê endamê DAIŞ'ê Mustafa Deniz ê fîrar jî li dozyayê hat zêdekirin. Di 2'emîn rûniştina drozê ku der barê 18 kesan de doz hat vekirin li Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozêde 2 bersûcên girtî, bersûcên serbest û parêzer li salonê amade bûn. 2 girtî jî li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi riya SEGBİS'ê beşdar bûn.

Di rûniştina dozê de xwediyê malê Recep Erten parastin kir. Piştre dozger der barê bersûcên girtî Mahmut Demirtaş, Emrah Emre, Nihat Turan û Mustafa Deniz de xwest girtina wan berdewam bike.

'POLÎSAN GOT XWE BIPARÊZIN '

Di rûniştina dozê de Mustafa Deniz, diyar kir ku ji bo xwe ji PKK'ê biparêze çek bi xwe re digerand û wiha got: "Me serî li polîsan da, polîsan got tedbîrên xwe bigirin. Çeka ku li ser min hat girtin ji bo ez xwe ji PKK'ê biparêzim min li ser xwe gerand. Ji ber ku em nêzî Partiya Hur Dava (HUDA-PAR) bûn xwestin mala me bişewitînin.

Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da. Heyetê der barê Emrah Emren ê girtî dihat darizandin de biryara tahiyê da. Der barê Mahmut Demirtaş, Mustafa Deniz û Nihat Turan de jî berdewamiya girtinê da.