NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêrt û Wanê ku operasyonên binçavkirinê didomin 16 kes hatin binçavkirin. Li Erziromê jî kesek hat giritn.
Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li Wan, Erzirom û Sêrtê didomin. Di serdegirtina malan a li dijî xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê de 5 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekarên ku duh bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Bajar tên ragiritn.
LI SÊRTÊ 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Misirc a Sêrtê polîsan bi ser malan de girtin gelek kesên ku di nava wan de serokê şaredariya Misircê yê berê Necat Yilmaz û rêveberên HDP û DBP’ê jî hene hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê û hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn. Navê kesên hatine binçavkirin wihane: serokê şaredariya Misircê yê berê Necat Yilmaz, rêveberê berê yê HDP’ê Hasan Yilmaz, hevserokê navçeyê yê DBP’ê yê berê Fîkrî Orenç, rêvebera DBP’ê yê berê Necîbe Çelîk, rêveberê HDP’ê Kemal Bîngol, serokê DBP’a navçeyê yê berê Huseyîn Sezgîn, Cahît Yoltay, parêzer Berîvan Orenç, Ahmet Çelîk, Zekî Yilmaz û welatiyekê navê wî ne hat zanîn.
LI ERZIRONÊ GIRTIN
Li navçeya Qereçobana Erziromê beriya du rojan xwendekarê bi navê Omer Ugur, hatibû binçavkirin û piştî karên wî yên midûryetê bi dawî bûn sewqî dozgeriyê hat kirin. Ugur ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin bi îdîaya li ser tora civakî “propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.