BES: Bila endamên me yên bi keyfî hatine binçavkirin bên berdan

ÎZMÎR - BES’a Îzmîrê xwest ku endamên wan ên ku piştî qetîna 5’ê Çileyê ya li ber dadgehê hatine bi awayekî keyfî hatine binçavkirin serbest bên berdan.

Sendîkaya Boruya Kedkaran (BES) a Îzmîrê, ji bo hevalên wan ên ji KHK’yên ku di OHAL’ê de hatine derxistin hatine îxraçkirin û pêkana binçavakirina endamen wan ên li dadgehê şermezar bikin civînek çapemeniyê li darxistin. Di civîna ku li avahiya BES’ê hat kirin de SeroKê Giştî yê BES’ê Fîkret Arslan û Sekretera Jinan a Navenda Giştî Meryem Dag jî amade bûn.

Di civînê de Serokê BES’a Îzmîrê Musa Sever, axivî. Sever, diyar kir ku bi KHK’yan bê lêpirsîn, bêhiqûqî û bi pêkanînên keyfî 23 rêveber û endamên wan hatine îxraçkirin û wiha got. “Li tevahiya Tirkiyeyê 350 rêvebir û endamên me ji kar hatin derxistin. Pêkanînên keyfî yên îktîdara siyasî sînoran nas nake. Di 5’ê Çileyê de piştî teqîna li dadgehê endamên me hatin binçavkirin. Em van binçavkirinên keyfî şermezar dikin.”

Serokê Giştî yê BES’ê Fîkret Arslan da zanîn ku endamên wan bi pêkanînên keyfî hatine binçavkirin û wiha pêde çû: “Li dijî sendîkaya me operasyona têgînê dane destpêkirin. Piştî her êrîşekê li dijî alîyên demokrat û partiyên siyasî operasyon tê destpêkirin. Êdî em naxwazin ev teqîn û êş bên jiyîn û em dixwazin bi dawî bibin. Piştî OHAL’ê di nava civakê de tasfiyekirin zêde bûye. Tu ewlehiya kar a karkeran nemaye. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”