ÊLIH - Li Êlihê zaroka bi navê Z.A. ya 11 salî di serşoka malê de hilawîstî hat dîtin.
Li taxa Saglik a Êlihê di 14’ê Çileyê de zaroka bi navê Z.A. ya 11 salî di serşoka malê de hilawîstî hat dîtin. Zaroka keç a ku xwendekara refa 5 bû hat îdîakirin ku xwe întîxar kiriye. Birayê A. Ya ku piştî karên otopsiyê hat definkirin Sedat A. di Îlona 2015’an de dem ali taxa Çaglayana navçeya Kagithaneya Stenbolê li benda otobusê bû ji ber ku bi telefonê kurdî axivî bû ji aliyê 6 kesan ve bi kêrê hatibû kuştin.
Bav Şakîr A. diyar kir ku Z. ku gelek bi birayê xwe ve girêdayî bû gelek ji vê bûyerê bi bandor bûbû û wiha got: “Piştî Sedat 2 zarokên wî man. Z. bi zarokên wî re eleqedar dibû û hemû karên wan dikir. Beriya ku întîxar bike ji me re xwarin amade kir. Em her roja Pêncşemê diçi ser gora Sedat. Z. ji bo bê ser goristanê Pêncşeman ji mamosteyê xwe re digot ez nexweşim û wiha dighat. Mamosteyên wê digotin ‘Z bibin derûnînasekê’. Me çend caran bir nexweşxaneyê.”