Rojnameger: Emê wan ji vir bigirin

STENBOL - 6 rojnamegerên ku 24 rojin di bin çavan debûn sewqî edliyê hatin kirin. Rojnamegerên ku ji bo piştgiriyê hatin cem edliya Stenbolê, diyar kirin ku ewê hevalên xwe bigirin û biçin.

Di 25'ê Kanûna 2016'an de Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîclê (DÎHA) Omer Çelîk û nûçegihan Metîn Yoksu, Midûra Berpirsyar a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin, edîtora Dîkenê Tunca Oğreten û xebatkarê Rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat, hatin binçavkirin û piştî roja 24'an sewqî dozgeriyê hatin kirin. Rojnamegerên sewqî dadgeha Stenbolê ya li Çaglayane hatin kirin îfadeya wan didome. Rojnamegerên ku ji ber derbarê maîlên Berat Albayrak de nûçe çêkirine û di 25’ê Kanûnê de hatin binçavkirin li edliyê ne. Li aliyê din hempîşeyên 6 rojnamegeran ji bo piştgiriyê li ber edliyê kom bûn û li vir daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê DÎSK Basın İşê Faruk Eren, Endam û rêveberên ESP, SKM, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) xizmên rojnamegeren di bin çavan de û hempîşeyên wan amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyê 6 rojnamegeran li ser bû û nivisa “Ji Rojnamegeran re azadî" lê heye hat vekirin. Koma rojnamegeran di daxuyaniyê de siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Bila rojnamegerên di bin çavan de serbest bên berdan." berz kirin.

Li ser navê rojnamegeran Edîtora ETHA Arzu Demir, diyar kir ku îdîaya der barê rojnamegerên di bin çavan de hemû rojnamegeran eleqeder dike û wiha got: “Em hêvî dikin ku hevalên me yên rojnameger dê serbest bên berdan û hiqûq dê pêk bê. Nûçegîhana DÎHA ya Stenbolê ku bi KHK'ê hat girtin Necla Demir anî ziman ku bi armanca piştevaniyê hatine vir û wiha got: "Bi salan in ez li gel Metin Yoksu û Omer Çelik bi hevre dixebitin. Em nizanin ku dê îro bê berdan ya na. Lê em hevîdikin ku serbest bên berda

EM DÊ HEVALÊN XWE JI VIR BIGIRIN Û BIÇIN

Endamê Lijneya Weşanê ya Rojnameya BirGunê Barış Înce jî anî ziman ku binçavkirina ku bêyî sucdarî diyar be îşkence ye û wiha got: "Em dixwazin hevalên me zû serbest bên berdan. Heta em hevalên xwe ji vir negirin em naçin. Em dê hevalên xwe bigirin û biçin."

Rojnameger Mehveş Evin jî anî ziman ku ji bo bi hevre dengê xwe bilind bikin li vir in û wiha gt: "Mersele mafê civakê yê azadiya agahiyê ye. Divê tu tişt mafê civakê yê azadiya agahiyan asteng neke. Em dê ji bo vî mafê xwe li vir bin. Rêveberê TGS'ê Can Ugur û Serokê DİSK Basın-İşê Faruk Eren jî anî ziman ku binçavkirina 24 rojan îşkence ye û xwestin serbest bên berhdan.

Piştî daxuyaniyê rawestîna rojnamegeran a li ber edliyê didome.