Bîlançoya operasyonên rojê: 7 kes hatin binçavkirin 21 kes hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdînê ji 31 endam û rêveberên DBP'ê yên 18 roj berê hatin binçavkirin jê 20 kes hatin girtin. Li navçeyên Cizîr, Nisêbîn û Geverê jî Dayika Aştiyê jî di navde 7 kes hatin binçavkirin. Kesek jî hat girtin.

Li Mêrdînê ji 31 rêveber û endamên DBP'ê yên ku 18 roj berê hatibûn binçavkirin 20 kes bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê di 1'ê mijdarê de 31 rêveber û endamên DBP'ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji 31 rêveber û endamên DBP'ê ku piştî 18 rojan derketin pêşberî Dadgeha Ceza ya Sûlhê 20 kes bi hinceta,"endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Ji 31 kesan 11 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

Di nav wan de Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Ahmet Eken, Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Alî Dînler, endemên Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Selîm Aslan, Şeyba Şik, Hevserokên DBP'ê yên Nisêbînê Ziynet Algan û Celal Ata, Rêveberê DBP’ê yê Nisêbînê Necat Kozluk jî hene 20 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.

DAYIKA AŞTIYÊ HAT BINÇAVKIRIN

Li Cizîrê Dayîka Meclîsa Aştiyê Zekiye Akdogan a 55 salî û li Nisêbînê jî 4 kes hatin binçavkirin. Li taxa Yasefê ya navçeya Cizîr a Şirnexê tîmên taybet serê sibê bi ser mala Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Zekiye Akdogan a 55 salî de girtin û ew binçavan kirin. Hate hînbûn ku Akdogan li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê tê ragirtin. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî Alîkarî Hevşaredariya Nisêbînê yê berê Ahmet Dînç, keyayê taxa Eyyûbiye Hayrettîn Çakir, welatiyê bi navê Hayrettîn Saltikalp û welatiyekê ku navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.

Her 4 welatiyên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

KESEK HAT GIRTIN Û 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jina bi navê Jiyan Ozdemir û jineke navê wê nehat zanîn ji aliyê polîsan ve li navenda sûkê hatin binçavkirin. Jinên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin miduriyeta polîsan a navçeyê. Her wiha welatiyê bi navê Ayhan Kizildogan ê 2 roj ewilî hatibû binçavkirin jî ji aliyê mihkemeyê ve bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hat girtin. Kizildogan birin Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê.