STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina doza jê tê darizandin bû û diyar kir ku daraz di bin bandora siyasetê de ye û wiha got: "Ez naxwazim li şûna dadgerê der barê min de biryara girtînê da bim. Wê rojê ez nehatima girtin ew dê bihata girtin."
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrne tê darizandin û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber axaftina wan a li Newroza 2013'an a Stenbolê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" doz li wan hatibû vekirin li 2'emîn dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoya Stenbolê hat ditin. Demîrtaş, bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştina dozêbû. Onder jî di rûniştina dozê de amade bû. Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û parlamenterên HDP'a ya Stenbolê Pervin Buldan û parlamenterên HDP'ê Dirayet Taşdemir û Filiz Kerestecioglu amade bûn. Rayedarên sefaretxaneya Îtalya, Swêd, Hollanda, Komara Çek, Îswîcre û gelek kesên din amade bûn.
Di rûniştinê de piştî xwendina nasnameyan parastin hat kirin. Prz. Baran Dogan, bertek nîşanî tevlêbûna muwekilê xwe ya bi riya SEGBİS’ê da û anî ziman ku ev yek li dijî hiqûqê ye.
Demîrtaş jî anî ziman ku ew naxwaze bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bibe.
Demirtaş, anî ziman ku li gorî xala 83'an a Qanûna Bingehîn sînorê azadiya ramanêhatiye diyarkirin û wiha got: "Hûn dikarin destnedayîna wekîlekî rakin. lê hûn niarin berpirsiyariya wî rakin. Ev li gorî qanîna bingehîn hatiye sazkirin.
Demirtaş, diyar kir ku daraz di bin bandora siyasetê de ye û wiha got: "Ez naxwazim li şûna dadgerê der barê min de biryara girtînê da bim. Wê rojê ez nehatima girtin ew dê bihata girtin."
EZ GOTINA PARASTINE RED DIKIM
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî axivî û diyar kir ku ew gotina parastinê red dike û li vir parastinê nake li şûna parastine nirxandinê dike. Onder anî ziman ku ew ji aliyê gel ve hatiye peyvirdarkirin û wiha got: "Ez niha neheqiyê li we bikim hûn nikarin min darizînin. Ez sîleyekê li karmendê ewlehiyê bidim hûn nikarin min darizînin. Hûn dê der barê min de serlêdana sûc bikin û piştî ku ev serledan ji aliyê Lijneya Giştî ve hat qetûlkirin hûn dikarin pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin.
Di îdîanameyêde der barê Demirtaş û Onder de di navbera 1 -5 salan de cezayê girtîgehê tê xwestin.