RIHA- Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla di 22'ê Gulana 1015’an de bi rojnameyên herêmê re civîn pêk anî û ew bertîl kirin. Hat îdîakirin ku Atîlla pere daye wan û ji ber vê yekê êdî nûçeyên muxalif di rojnameyan de nayên weşandin.
Şaredarê navçeya Serêkaniya Rihayê Menderes Atîlla yê Ak Partiyê, naxwaze deng û awaza kesên muxalif bê bihîstin. Piştî hilbijartina herêmî 30’ê adara 2014’an Menderes Atîlla bu serokê şaredariya Serêkaniyê. Atîlla di 22’ê Gulana 2015’an de civîna bi taştê bi saziyên çapemeniyê re çêkir. Hat îdakirin ku di civînê de pere daye xebatkaran. Piştî civînê êdî nuçeyên muxalîf dernakevin.
Nûçegîhanê Ajansa Aanadolu Saîd Aydin ku beşdarî civina Atîlla bû, gelek caran di nûçeyên têkildarî birayê xwe yê di doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê de tê darezandin de gotina terorist nivîsandiye. Lê heta niha jî doza birayê wî berdewam dike û tu delîl jî li ser nehatiye dîtin.