STENBOL - Ji 6 rojnamegerên 24 rojan di bin çavan de hatin ragirtin, Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat hatin girtin û her wiha Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî serbest hatin berdan.
Ji 6 rojnagerên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û her wiha rojnameger Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî serbest hatin berdan.
Heyeta dadgehê ji bo rojnameger Omer Çelik wiha got: "Dema naverok û zêdebûna parvekirinên medyayê esas tên girtin, delîlên unsûrên sûcî yên hêzdar tên dîtin, mîqdara cezayê tê xwestin û gumanbariya ku sûcên hatine îsnatkirin û windakirina delîlan heye tê qebûlkirin."