Ji ber Albayrak şermezar kirin hatin binçavkirin

SÊRT - Rêveberê ku ji ber hezheza li gundê Madenê ya Sêrtê pêk hat, ji aliyê şîrketê ve hat peywirdarkirin, diyar kir ku “fermana Xweda ye” û welatiyên gund Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ê ku hat cihê bûyerê lêkolîn bike şermezar kirin. 2 gundî hatin binçavkirin.

Li gundê Maden ê navçeya Xezxêr ê Sêrtê beriya du rojan li kana sifirê de hezhez pêk hat, 16 karker dibin hezhezê de man, cenazeyê 5 karkeran hatin derxistin û hêjî lêgerîna 11 karkeran didome. Malbatên karkeran ji ber lêgerîn bil ez nayê kiribn bertek nîşan didin û balkêşe ku komên AFAD’ê îro dest bi xebatên lêgerînê kirin.

‘FERMANA XWEDÊ YE’

Rêvebirekê ku ji aliyê Şîrketa Gruba Cîner ve hatiye peywirdarkirin ji bo malbatan aram bike gotinên “Hezhez ji ber şertên xwezayî çêbûye. Tiştekî ku em bikin tuneye. Fermana Xwedêye.” Ev gotinên rêvebir rastî bertekên malbatan hatin.

GUNDÎ HATIN BINÇAVAKIRIN

Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrat ji bo herêma ku hezhez lê pêk hatiye lêkolîn bike hat cihê bûyerê rastî şermezarkirina gundiya hat. 2 gundiyên, Albayrak ê ku bi ewlehiyek awarte hat gund, şermezar kirin ji aliyê tîmên taybet ve bi heqaretan hatin binçavkirin.

Navê xizmên karkeran ên hatin binçavkirin ne hat zanîn û derbarê herdu gundî birine kuderê tu agahî ne hat dayîn.