Gotina ‘Li Cizîrê qetlîam heye' sûc e!

ERZIROM - Li Qereçobanê, Omer Ugun ê bi ji ber parvekirinên civaka medyayî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, parvekirina wî ya ji bo balê bikêşe ser mirina sivîlên li Cizîrê û wêneyê wî yê li Silêmaniyeyê beşdarî Newrozê bûye unsûrên sûcî hatin hesibandin.

Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê, Omer Ugun ê di 15'ê Çileyê de di serdegirtina malê de hat girtin, parvekirinên wî yê li ser Facebookê wek sûc hatin hesibandin û Ugun bi ji ber van parvekirinên xwe bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Parvekirinên wî yên ku tê îdiakirin sûc in; dema li Silêmaniyeyê beşdarî Newrozê bûye û li ber wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wêne kişandine û parvekirina wî ya "Li Cizîrê qetlîam heye" ya ji bo balê bikêşe ser mirina sivîlan wek unsûrên sûcî hatin dîtin.

‘MIN NIKARIBÛ BÊDENG BIMÎNE'

Ugun dest nîşan kir ku, parvekirinên wî ne parvekirinên "Propagandaya rêxistinê" ne û wiha parêziya xwe kir: "Di 17'ê Çileya 2015'an de parvekirin 'Li Cizîrê qetlîam heye' min kir. Mirov dimirin, min nikaribû bêdeng bimînim. Ji ber vê min kir. Miletê me dimir. Welatiyên Komara Tirkiyeyê dimirin. Ji ber vê min nikaribû bêdeng bimîne."