Êdî Şûjina kirmanckî jî heye

AMED - Rojnameya Şûjin a li ser înternetê li gel zaravayên kurmancî û soranî bi giştî bi 4 zimanan weşana xwe dike, li weşana xwe zaravayê kirmanckî jî zêde kir.

‘Rojnameya Şûjinê ya ji bo jinan dengekî nû ye, li nêvenga înternetê bi 4 zimanan dest bi weşana xwe kir. Rojname Şûjin a pêdiviyên civakê û jinan esas digire, zaravayê kirmnackî yê zimanê kurdî jî li weşana xwe zêde kir.

‘DAWERIVÎNA ZIMAN A JI NÊRZATIYÊ ŞÛJINÊ DATÎNE CIHEKÎ GIRÎNG'

Ji edîtorên kirmanckî yê rojnameyê Gulçin Şanli dest nîşan kir ku, wek ajanseke jinan Şûjin dengê çand û zimanên li be rwindakirinê û kesên kêmar e û divê hemû jin xwedî lê derkevin. Şanli balê kişand ser xetereya windabûna zaravayê kirmanckî û wiha got: "Ji aliyê jinan ve parastina zimanê dayikê, di warê dawerivîna ziman a ji nêrzatiyê Şûjinê li cihakî girîng datîne."

‘WINDABÛYÎNA ZIMAN WINDABÛYÎNA BÎRÊ YE'

Şanli got, ew berê di Jiyan TV'yê ya bi kirmancî weşana xwe dikir û bi KHK'yê hat girtin de dixebitî û wiha dest nîşan kir: "Di Jiyan TV'yê de li ser kirmanckî dixebitîm. Li wir jî me li dijî polîtîkayên dewletê yên bişavtinê zimanê xwe yê dayikê diparast. Lê belê ev nehat tehamulkirin." Şanli dest nîşan kir ku, ziman raçînga bingehîn a civakê pêk tîne û got, heke winda bibe ew windakirin tê wateya windakirina bîra civakê.

‘WEK JINAN DIVÊ EM JÎNDAR BIKIN'

Şanli dest nîşan kir ku, divê ji zaravayên herî kevnar ê zimanê kurdî kirmanckî li dijî bişavtinê bê parastin û bê bipşvexistin û wiha domand: "Pergal ewil polîtîkayên xwe yên bişavtinê di ser jinê re bi rê ve dibe. Divê jin li dijî van polîtîkayan bi reng û zimanê xwe seknekê bidin der. Divê em wek jinan ajansa jinan a Şûjinê ji ber hesasiyet û girîngiya xwe ya ziman her bidin jiyîn."

‘HEBÛNA ŞÛJINÊ BAWERIYEKE MEZIN DIDE'

Şanli balê kişand ser dewlemendiya kurdî û anî ziman ku, zimanekî wan ê ku di her qadên jiyanê de dikarin xwe pê îfade bikin heye. Şanli wiha axivî: "Ji bo jîndarkirina zimanê xwe, divê em bi zimanê xwe yê dayikê binivîsînin, biaxivin û xêz bikin. Heke her kes ji hêlekê ve berê xwe bidê em dikarin wî ji tunebûnê rizgar bikin. Di warê jinana de Şûjin bi rêxistinbûyîn û hebûna xwe baweriyeke mezin dide der. Hest û besteke zaf xweşik e."

Rojnameya Şûjinê li gel zaravyên kirmanckî, kurmancî û soranî yên kurdî, bi tirkî, erebî û îngilîzî jî weşana xwe dike.