Li kuçeyên Mêrdînê bêdengiyek heye

MÊRDÎN - Kuçeyên Mêrdîna dîrokî ya berê malvanoya bi sedhezaran turîstin xwecihî û biyanî dikirin, niha bêdeng in. Kuçeyên ku ji ber şerê heyî qet turîst berê xwe nadinê, hema bêje vala ne.

Mêrdîna ku tam li hemberî deşta Mezopotamtayê hatiye avakirin, xwedî dîmeneke bêhempa ye. Bajarê ku yek ji wan muzeyên servekirî tê hesibandin bi malên xwe yê kevirî, bi xan, dêr û mizgeftên xwe li gel hemû pêkûtiyên dîrokê jî li ser piya maye.

KUÇEYÊN WÊ BÊDENG IN

Li kuçeyên bajara ku malovaniya kurd, ereb, ermenî, keldanî û asûriyan dike li hêlekê ji mizgeftan dengê azanê, li hêlekê jî ji dêran dengê naqosan hêl dibe. Bajarê ku bi kuçeyên xwe yên teng ku wesayît nikarin tê re derbas bibin, bi abbarayên xwe li cîhanê hema bêje hemtayê wê tune ye û her wiha ji ber taybetmendiyên xwe yên dîrokî ji aliyê UNESCO'yê ve di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih digire.

Li vî bajarê dîrokî û qedîm, niha her çi qas bi hilatina rojê re Mêrdînî dadikevin kuçeyan jî, lê bi awayekî aşkere tê dîtin ku ew qelebaliya berê ya li van kuçeyan êdî tune ye.

RUYÊ ESNAFAN JÎ NAKENE

Li bajarê ku berê di her çar demsalan de jî wargeha turîstên xwecihî û biyanîbû, di demên dawî de hema bêje mirov li kuçeyên wê rastî turîstan nayê. Dema mirov li kuçeyên dîrokî digere, ji bilî niştecihên bajêr pir rastî kesî nayê. Ji bilî çend welatiyên ku ji bo temaşekirina avahiyên dîrokî û deşta Mezopotamyayê carinan derdikevin ser baniyên bilind çav bi kesî nakevin û her wiha ew cafeyên ku berê tije bûna niha hema bêje vala ne.

Bi kêmbûna turîstan re, li bajarê ku rûyê esnafan nakene ya xwe dide der ev e ku, êdî li Mêrdînê ew tehm û şanaziya berê nayê dîtin.

Wêne: Dicle Muftuoglu