Dijberî parêzer û mamoste û HDP'îyan operasyon

HATAY - Li navçeyên Îskenderûn, Samandag û Antakya yên Hatayê li dijî endam û rêveberên HDP Egîtîm Sen û parêzeran operasyon pêk hat herî kêm 29 kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Îskenderûn, Samandag û Antakya yên Hatayê polîsan serê sibê bi ser malên endam û rêveberên HDP Egîtîm Sen û parêzeran operasyon pêk anî. Di operasyonê de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku bi serdegirtina malên Heveroka HDP'ê ya Hatayê Şukran Cabir Dag û Prz. Adnan Eryilmaz de lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtnê malên endamên Egîtim Senê Nidal Çay, Guluzar Işik û Umut Hakan Gungor û gelek kesên din hatin binçavkirin. Hat zanîn ku heta niha herî kêm 29 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Samandag.