REQA - Bajarê Reqayê ku gund bi gund tê rizgarkirin ber bi pergala cemaweriyê ve diçe. Serokê Meclîsa Sivîl a Derbasker a Reqayê Avaz Elî ku ji eşîretên herêmê eleqeyek mezin dibîne diyar kir ku ew ê Meclîsa Gel a Reqayê ku dê hemû gel xwe navde bibîne îlan bikin.
Li Reqayê ku aliyekê operasyona Hêzên Sûriyeya Demokrastîk (QSD) a bi navê “Xezeba Firatê” didome li aliyê din li gundên hatine rizgarkirin pergala civakê ji nû ve tê avakirin. Li gundên bakur û rojava yên Reqayê ku ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin, meclîsa ku hemû rengan di nava xwe digire hat avakirin. Serokê Meclîsa Sivîl a Derbasker a Reqayê Avaz Elî, diyar kir ku dê di rojên pêşiya wan de bi perspektîpa neteweya deomkratîk Meclîsa Gel a Reqayê îlan bikin.
‘JI ŞERÊ SÛRIYEYÊ WERE EM DIXEBITIN’
Elî da zanîn ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re wekî her cihî li Reqayê jî wan amadekariyên xwe kirine û wiha got: “Hemû gel û baweriyan di sala 2012’yan de meclîsa derbasdar îlan kirin. Di vê çarçoveyê de me xebatên siyasî û civakî dan meşandin. Me hemûyan bi hevre xebatên ku Reqayê temsîl dike dan meşandin. Bajar wê demê di destê hêzên OSO’yê de bû. Dema ketin wir jî dest avêtin xebatên me. Dixwestin tevleheviyê derxînin. Wê demê me daxuyaniyek jî da çapemeniyê. Ligel ku me diyar kir ku hevgirtina me hemû kesên Reqayê digire nava xwe jî wan guhdar nekir. Xwestin xwe tevlî me bikin û meclîsê ew birêvebibin.”
OSO JI REQAYÊ HAT DERXISTIN
Elî da xuyakirin ku wê demê bi taybet koma bi navê “Ehrar El Şam” a girêdayî OSO’yê xwe gele tevlî karên wan dikir û wiha pêde çû: “Me gelek zehmetî jiyan. Gelek hevalên me hatin girtin. Wiha bû ku meclîsa me nedikarî kar bike. Yên mayî jî mecbûr man ku ji Reqayê derbikevin. Di sala 2013’yan de hemû endamên meclîsê ji bajar hatin derxistin. Dema em derketin derveyî bajar jî me xebatên meclîsê domandin. Me xurtkirina têkiliyên xwe berdewam kir. Heta operasyona Reqayê me wiha karê xwe domand. Bi tevgera QSD’ê re me xebatên xwe leztir kirin. Me têkiliyên xwe bi cihên hatine rizgarkirin re xurtkirin. Me têkilî bi aliyên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin re danîn. Niha jî amadekariyên me bi hemû leza xwe didomin. Em amadekariyên îlankirina Meclîsa Gel a Reqayê dikin. Em bingeha meclîsa xurt dikin. Di serî de kurd û erep hemû aliyên din xirîstiyan, turkmen û ermeniyên ku li Reqayê dijîm dê cihê xwe di nava meclîsê de bigirin. Bi taybet em ji eşîrên ereban ên mezin ên li Reqayê piştgiriyek mezin digirin. Ji bo Reqayê xebatên me yên siyasî wiha didomin.”
DÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN
Elî destnîşan kir ku ew ê bi felsefeyek nû biçin bajar û wiha axivî: “Em ê pergala ku xwe dispêre neteweya demokratîk ava bikin. Ev pergal ne tenê ji bo Reqayê ji bo hemû Sûriyeyê derbas dar. Em ê ji krîza Sûriyeyê û qetlîamên çeteyan re çareseriyê bînin. Ji ber wê em projeyekê pêşkêş dikin. Em ji bo Sûriyeke Federal kom dibin. Ev pergal dê ji bo hemû Sûriyeyê bibe çareserî. Gelek hêzên navneteweyî jî pejirandin. Bi vî awayî em li benda piştgiriya hemû aliyanin.”
Nazim Daştan - dîhaber