Êrîşkarê Reina: Armanc Taksim bû

STENBOL - Êrîşkarê Reina Abdulgadir Masharipov yê eva Sersalê êrîşa çekdarî pêk anî û 39 kes kuşt, piştî hat binçavkirin di îfadeya xwe de diyar kir ku armanca wî li Taksimê çalakî pêk anîbûya, lê ji ber tedbîrên zêde çalakî li Reinayê pêk anî.

Polîsên Stenbolê duh Abdulkadir Masharipov êrîşkarê (Ebu Muhammed El Horasani) ku li dijî Navenda Şahiyê Reîna ya Ortakaya Stenbolê çalakî pêk anî û 39 kes kuştin, li Esenyurtê binçav kirin. Piştî êrîşkar Abdulkadîr Masharîpov (Ebu Muhammed El Horasani) hat binçavkirin, li midûriyeta polîsan a stenbolê îfade da. Li gorî nûçeyên rojnameyan hat diyarkirin ku Masharîpov li Afganistanê li kampên El Kaide perwerde dîtiye û piştre tev li DAİŞ'ê bûye. Masharipov, di îfadeya xwe de diyar kir di ser Îranê re derbasî Tirkiye bûye û li Konyayê bi cih bûye. Masharîpov, da zanîn ku dema ew li Stenbolê bû ji Rakkayê ferman hat ku serê salê li Stenbolê çalakiyê pêk bîne û armanc dikir ku li Taksimê çalakî pêk bîne û wiha got: "Ez şeva sersalê hatim Taksimê lê gelek tedbîr hatibûn girtin. Ne pêkan bû ku ez li wir çalakiyê pêk bînim. Bi kesê ku ferman daye min re ketim têkiliyê. Ji min xwest ku li cihekî din çalakî pêk bînim. Lis re vê yekê ji ber ku Reina guncav bû min li Reîna çalakî pêk anî.

Masharipov, da zanîn ku ji bo li Stenbolê çalakiyê pêk bîne di 16'ê Kanûnê de ji Konya hat Stenbolê û ewil li Başakşehirê li malekê bi cih bûye û 2 roj berî çalakiyê li Zeytinburnu bi cih bûye û şeva sersalê li Reina 39 kes kuşt.