ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê, bang li hemû parlamenterên li Meclîsê kirin ku bêjin “Na” û hişyariya “dibe ku sibê direng be” kirin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê derbarê guhertinên qanûna bingehîn yên li Meclîsê û dengdayîna tora duyemîn de li Navenda Çandê ya Turkan Saylanê civînek çapemeniyê li darxist. Di civîna ku pankarta “Ji bo Demokrasî û Aştiya Civakê guh bidin vî dengî û bêjin Na” hat vekirin de nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevlî bûn. Berdevkê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê yê bajar Melîh Yalçin daxuyanî xwend. Yalçin, da zanîn ku di daxuyaniya hatiye amadekirin de ew bang li parlamenteran dikin ku bêjin “Na”, ji bo daxuyaniya wan di rojnameya herêmî de bê weşandin serlêdan kirine lê serlêdana wan ji aliyê Saziya Çapemeniyê ya Bajar ve hatiye redkirin.
Yalçin, bi bîranîn ku guhertinên qanûna bingehîn di tora yekemîn de derbas bûye û wiha got: “Qanûnên Bingehîn ne tenê ji bo rêxistinkirina dewletê heman demê ji no ewlehî, maf û azadiya welatiyan bixin bin ewlehiyê ye. Qanûna bingehîn ne tenê ji bo bilindkirina dengên îktîdarê ye. ji bo qanûnek bingehîn a demokratîk bê bidestxistin, divê hemû aliyên civakê li ser vê pêşnûmeyê bi awayekî azad nîqaş bikin. Lê ve pêşnûme ji van hemûyan bêpare.”
'ÇIMA PÊWÎSTÎ BI QANÛNA BUNGEHÎN HEYE’
Yalçin, bi lêv kir ku di dema dengdayînê de ligel hemû hişyariyan jî parlamenterên partiya îktîdarê li gorî madeya 175’emîn a qanûna bingehîn a “veşartî” tevnegeriyane û wiha axivî: “Ger parlamenter bi xwe jî li gorî şertên qanûna bingehîn tevnegerin wê demî çi pêwîstiya qanûna bingehîn heye? Em we dewetî, di tora duyemîn de dengên xwe bi veşartî bikarbînin û dengên ku veşartî nayên bikaranîn bên betalkirin dikin. Sibê dê ji bo gelek tiştan direng be. Ji ber vê em bang li hemû parlamenterên ku baweriya wan bi demokrasî û aştiya civake heye dikin ku dengê Na bikar bînin.”