AMED - Rûniştina "Doza Sereke ya KCK" li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de Parêzerê Veysi Akar parastin kir û diyar kir ku berdewamkirina vê dozê bi hiqûqê nayê tarîfkirin û li dijî hiqûqê ye.
69'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ku Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle, Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Girtî Firat Anlı û Ahmet Turk jî di navde 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de siyasetmedarên kurd Veysi Akarû parêzerê wî amade bû. Akar, parastin kir û anî ziman ku ew endamê DTP'ê yê Sûrêye û ev yek hatiye guhertin wekî endamê KCK'ê tê darizandin. Akar îdîayên der barê xwe de red kir û beraata xwe xwest.
Parêzerdê Akar parastin kir û diyar kir ku berdewamkirina vê dozê bi hiqûqê nayê tarîfkirin û li dijî hiqûqê ye.
Rûniştina dozê piştî nivro berdewam dike.