WAN - Hat îdîakirin ku li Artemêtê polîsan bi ser malekê de girtin û ji 2 kesan kesek bi birîndar girtin û bi birîndarî înfaz kirin.
Hat diyarkirin ku li taxa Emînpaşa ya Artemêta Wanê polîsan di saetên şevê de bi ser malekê girtin û ji 2 kesan kesek bi birîndarî girtin û înfaz kirin. Li gorî gotinên şahidên bûyerê, mala ku ji aliyê gelek wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin, şevê saet di 01:00’an de bi alîkariya hewayî tîmên taybet bi ser malê de girtin.
‘PIŞTÎ BINÇAVKIRINÊ MAL HAT GULEBARANKIRIN’
Piştî ji wesayîta zirxî anons hat kirin Ayşe Mamuk a 60 salî, zarokên wê Zeynep (24), Bahar (22), Fatma (20) û Azad (18) dema ji malê deketin hatin binçavkirin. Dema 5 kesên hatin binçavkirin dibirin Midûryeta Polîsan a Bajar, mala wan ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat gulebarankirin.
BIRÎNDAR ÎNFAZ KIRIN
Şahidên bûyerê diyarkirin ku heta saet 04.00’an mal hat gulebaran kirin, piştî gulebarana destpêkê ji malê dengê çekan hat, piştre di odeya malê ya piştê teqînek pêk hat. Şahidên bûyerê îdîakirin ku jinekê bombeya li ser xwe teqandiye jiyana xwe ji dest da û jinek jî ji aliyê tîmên taybet ên ketine malê bi birîndarî hatiye înfazkirin. Ne hat zanîn ku cenazeyê herdu jinan birine kuderê û dorpêç heta saet 07.00 dom kir.
LI ÇAR ALIYÊ MALÊ ŞOPÊN GULEYAN
Li çar aliyên mala ku bi saetan hat gulebarankirin şopên guleyan tê dîtin. Li mala ku 4 odeyên wê hene li odeyekê şopên xwînê ku gihiştine ber banî heye.
EV NE YEKEMÎNE
Di nava salekê li taxa Xaçort, navçeya Artemêt, Riya Armûşê û Erdîşê heta niha, serdegirtinên tîmên taybet ên bi hema şêweyî de gelek kesên ku di nava wan zarok, jin û pîr jî hene jiyana xwe ji dest dan. Di nava îdîayên înfazê de 10’ê Çileya 2016’an ku di encama serdegirtina malê ya li taxa Yenîmahale ya Artemêtê pek hat de 12 PKK’î hatinû jehrîkirin û hatibûn qetilkirin.
Li bajar, di 19’ê Nîsana 2016’an de li taxa Hacibekîr Remziya Bor a 30 salî û 7,5 meh ducanî, di 26’ê Tîrmehê li heman taxê Tahîr Çaylak ê 75 salî, di 30’ê Tebaxê de li Kolana Surmelî 2 zarokê bi navê Mustafa Duman ê 17 salî û li taxa Çelebîbag a Erdîşê di 18’ê Mijdarê de Hediye Ataman di mala ku agir vê xistin de jiyana xwe ji dest dan.