Gelek siyasetmedar û sendikavan hatin binçavkirni

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Edene, Amed, Hatay, Manîsa û Bursayê polisan bi ser gelek navnişanan de girt. Polisan di serdegirtinan de endam û rêveberên HDP, EMEP, SYKP, ESP, ÎHD, Egitim Senê jî di navde gelek kes hatin binçavkirin. Li Manîsayê 5 kesên berê hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Polîsan li navçeyên Hatayê bi ser malên endam û rêveberên HDP, EMEP, SYKP, ÎHD, Egitim Senê de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku navê wan diyar bû wiha ne: Hevserokên HDP'êya Hatayê Prz. Şukran Cabir Dag û Kerem Nalbant, Revebera HDP'ê Dilek Yeral Dablan, Ali Lale, Neslihan Atanan, Hevseroka HDP'ê Îskenderunê Ahmet Çagn, Medya Guzel, Nevzat Guzel, Selçuk Saglam, Aysel Eşiyok, Hulya Cengiz, Dogan Bozkurt, Nadia Ekinci, Suleyman Porku, Mehmet Însan, Şukriye Kortak, Îsmail Dogan, Reşat Kizilay, Fikret Pirinç, Melek Demir, Nihat Erarslan, Adnan Eryilmaz, Mehmet Karlıdag, Endamê Komeleya Alevî Bektaşî Sultan Başaran, Abidin Bakîr, Serokê şaxa ÎHD'ê Coşkun Selçuk, Rêveberê EMEP'ê Yusuf Gulşen, Mevlut Bulgur, Endamên Egitim Senê Îlhan Kılınç, Gulizar Çay, Nidal Çay, Rêveberê SYKP'ê Talat Oruç, Tuncay Yilmaz û Ali Karasu. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Samandagê

EDENE

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Seyhanê.

AMED

Li semta Ofisê ya Yenîşehîra Amedê jî polîsan bi ser mala endamê SGDF'ê de girt û binçavkirin. Endamê SGDF'ê Beren Atici, Endamê ESP û SGDF'ê Umit Tekin, Huseyin Akyuz û Ahmet Cengiz bi lêdanê hatin binçavkirin.

MANİSA

Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî kesên di 24'e Kanûnê de hatibûn binçavkirin hatin girtin. Kesên bi navê Ersin Yaşar, Sabir Guler, Maşallah Temel, Vahap Çelik û Memduh Dineklî bi hinceta "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.

BURSA

Li Bûrsayê jî bi hinceta di medya civakî de parve kirine 14 kes hatin binçavkirin. 14 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê.