RIHA- Coya avê ya di nava Serêkaniyê re derbas dibe, ji ber nayê papijkirin qirêj dibe û bêhna genî belav dike.
Coya avê ya di nava navçeya Serêkaniya Rihayê re derbas dibe, ji ber her kes gemarê davin nava wê û şaredarî coyê paqij nake tev qirêj û genî dibe. Co, ji destpêka avakirina Serêkaniyê heta niha wekî qanala ava zêde tê bikaranîn. Ji ber ku derdor gemarê davêjin hundirê coyê û şaredarî hundirê coyê paqij nake bêhnê belav dike. Di serdema Şaredariya BDP'ê de Serokê Berê ya Şaredariya Serêkaniyê Îsmail Aslan coya avê çimento kir û derdora wê bi şîşan dorpêç kiribû. Lê piştî Şaredarê Ak Partiyê Menderes Atîlla bu serokê şaredariyê coya avê nayê paqijkirin û co buye cihê çopê. Ji ber ku co ji serê navçeyê heta derketina navçeyê dirêje, bêhna genî bandorê li ser hemû navçeyê dike. Bi taybet jî mehên havînê co zêde bêhna genî li derdorê belav dike û welatiyên navçeyê bêzar dike.