Li Riha û Bûrsayê 26 kes hatin girtin

RIHA/BÛRSA - Li Rihayê 18 kesên hatibûn binçavkirin, bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatin girtin. Li Bûrsayê, ji 14 kesên di 13'ê Çileyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin.

Li Rihayê, ji 50 kesên bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatin binçavkirin, 19 jê piştî 8 rojan, ji aliyê dizgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin sewqkirin. Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin; Şiraz Bozan, Husamettin Oba, Yasin Boztepe, Ahmet Kuba, Celal Guçlu, Ali Haydar Cin, Ali Kaya, İsmail Çilkez, Kerem Taşdemir, Ahmet Beşaltı, Hamza Ceylan, Musa Zengin, Ozcan Delen, Mehmet Reşat, Yunus Anyuk, Hasan Başaran û tevî 2 kesên navên wan nehatin zanîn, 18 kes ji ber "parvekirinên civaka medyayî" bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kirine hatin girtin.

Ji kesên hatin binçavkirin Ahmet Korkmaz jî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan.

LI BÛRSAYÊ 8 KES HATIN GIRTIN

Li Bûrsayê, 14 kesên di 13'ê Çileyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 14 kesan rêveberên HDP'a Bûrsayê Aynur Yilmaz, İsmail Hakki Gokce, rêveberên HDP'a navçeya Yildirimê Roşer Çaçan, Davut Toktaş, Hevserokê HDP'a Mûdanyayê Halis Şanlı, Nûnerê Komeleya 10 Ekim'ê yê Bûrsayê Resul Baykara, endamên HDP'ê Emrah Çaçan û Rojbin Tore bi hincetên "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistina terorî" hatin girtin.

Her wiha Raif Goren, Nizam Getiren, Cevdet Erol, Hidir Akyol û Mehmet Akbaş jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. Nuh Koçbaş jî piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan.

Li gor agahiyên bi dest ketin li dozgeriyê pirsên wek; "Ji bo çi te di Facebookê de li leha dewletê parvekirin kirin? Çima tu têkildarî girtinan parvekirinan dikî?" hatine pirsîn.

Jinên hatin girtin şandin Girtîgeha Jinan a Yenişehirê û mêr jî şandin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.