ÎHD, li Taxa Eminpaşayê lêkolîn kirin

WAN- Şaxa ÎHD'a Wanê, li Taxa Eminpaşa ya navçeya Artemêtana Wanê têkildarî pevçûna ku di saetên şevê de di serdegirtina malekê de pêk hatibû, li cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, li Taxa Eminpaşa ya navçeya Artemêtana Wanê têkildarî pevçûna ku di saetên şevê de di serdegirtina malekê de pêk hatibû, li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Piştî lêkolîna ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Murat Melet û yên li gel wî, tê payîn ku dê sibê têkildarî bûyerê daxuyanî bê dayîn.

Di serdegirtina ku di saetên şevê de pêk hat de hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane jin in û her wiha tê diyarkirin ku, ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesek bi birîndarî hatiye zevtkirin û paşê hatiye înfazkirin.