Piştî ew çûn...

MÊRDÎN - Dayika Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hat kuştin, Makbule Kaymaz li dijî îxrackirina xwe serî li riyên huqûqî da. Kaymaz got, kesekî ku debara malbatê bike tune ye û li wêneyê malbatê yê berê dinihêre û wiha dibêje: "Ew rojên xweş û geş li paş man."

Ugur Kaymaz ê 12 salî, dema ji bo bavê xwe verê bike derket ber deriyê malê 13 gule li bedena wî ketibûn. Piştî bûyera di 21'ê Mijdara 2004'an de pêk hat heta niha tu kenîn û bişirîn li ruyê malbatê peyda nebûye. Di doza der barê 4 polîsan hat dayîn de, polîs rastî hukmê "di nav sînorê parastina rewa de tevgeriyane" hatin. Makbule Kaymaz a tevî 3 zarokên xwe bi tenê ma, ji bo debara malbata xwe bike li şaredariyê dest bi kar kiribû, lê di 23'yê Mijdara 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji karê xwe bû.

WEK DUH TÊ BÎRA WÊ

Makbule Kymaz a bi rêya parêzerê xwe ji bo dubare vegere karê xwe serî li riyê huqûqî dan, niha betal e û nikare debara zarokên xwe bike. Kaymaz diyar kir ku, berê jiyana wan xweş bû û wiha got: "Ugur û Ahmet sax bûn. Hevjînê min dixebitî, zarokên min diçûn dibistanê, min jî li malê karên rojane dikir. Em li gel hev bûn, xweş bû. Piştî ew çûn êdî xwe tenê hîs dikim. Zarokê 12 salî li ber deriya mala wî kuştin, çek danîn ber serê wî û jê re gotin terorîst."

Kaymaz a kuştina hevjîn û kurê wê wek duh tê bîra wê diyar kir ku, roja hevjîn û kurê wê hatin kuştin, ew hatine binçavkirin û ew sibeha bûyerê hay qewimînan çêbûne.

DEMA UGUR DIBÎNE...

Kaymaz wiha dibêje: “Serê sibehê em çûn me anî, ew birin mizgeftê û şûştin. Ugur 12 salî bû, zarokekî bejinzirav bû. 13 gule îsabetî Ugur, 8 jî îsabetî Ahmet kiribûn. Dema min Ugur dît dilê min ranekir, ji xwe çûme. Min rakirine nexweşxaneyê, heta ji nexweşxaneyê vegeriyam ew definkiribûn." Kaymaz diyar dike, piştî bûyerê tim bi ser mala wan de dihat girtin.

‘PIŞTÎ BETAL MAN EM MEXDÛR BÛN'

Kaymaz got, ji bo ew li zarokên xwe yên bi navê Habip, Ali û Emine binihêre li şaredariyê dest bi kar kiriye û wiha domand: "3 zarokên min hebûn; heke nexebitiyama min nikaribûna debara wan bikirana. Ji xwe zarokên min dixwendin, ji bo wê ez dixebitîm. Paşê em ji kar derxistin, mexdûr bûn. Jiyana me zaf xerab bû."

SERÎ LI RIYÊN HUQÛQÎ DA

Kaymaz anî ziman ku, piştî ew betal maye kesekî/e ku debara malbatê bike tune ye û diyar kir ku, ew bêyî hincet ji kar hatiye derxistin û ji bo vegere ser karê xwe, ew ê têkoşîna huqûqî bide.

Kaymaz da zanîn ku, wê li cihekê cuda jî kar nedîtiye, niha ew bi alîkariyên ku ji derveyî welat tên debara xwe dike û dest nîşan kir ku, ji ber krîza aborî buhayê her tiştî jî zêde bûye û ji ber vê ew rastî zor û zehmetiyan tên.

ZAF GIRAN E...

Kaymaz li wêneyê ku dema Ugur 5-6 salî bûye bi malbatî bi hev re kişandine dinihêre û wiha dibêje: "Rojên xweş û geş tenê di vî wêneyî de man. Kesekî/e ku alîkariyê bike jî tune ye. Kesên li derveyî welat alîkariyê dikin. Kêlikên gorên wan jî şikandin. Mirov belaheq û belasebeb bê kuştin pir zehmet, giran e. Di daweta keça xwe de jî her giriyam. Me daweteke bêyî bav kir, dilêm diêşê."

Dicle Muftuoglu / Aynur İnedi - Dîhaber