Dê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re bibe dengê girtiyan

STENBOL - Li Amedê, Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re a bi mebesta piştevanî û alîkariya bi malbatên girtî û hikumxwaran hat avakirin, mebesta wê ew e ku li pirgirêkên girtî, hikumxwar û malbatên wan çareser bike û binpêkirinên mafan ên pêk tên ragihîne.

Li Amedê, di 20'ê Mijdara 2016'an de bi mebesta piştevanî û alîkariya bi malbatên girtî û hikumxwaran Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re hat avakirin. Înîsiyatîf ji aliyê rêveberên komeleyên girêdayî TUHAD-FED'ê (Federasyona Piştevaniya Huqûqî ya Girtî, Hikumxwar û Malbatên Wan) û malbatên girtî û hikumxwaran hat avakirin. Armanca Înîsiyatîfê ew e ku, pirsgirêkên malbatên girtî û hikumxwaran çareser bike.

Hevserokê TUAD'ê (Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan Re) a Stenbolê ku bi KHK'ê hat girtin û Hevnûnerê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Arif Yilmaz der barê xebatên înîsiyatîfê de agahî dan. Yilmaz got, wan yeko yeko xwe gihandiye malbatan û hewl didin pirsgirêkên wan çareser bikin.

Yilmaz ragihand ku, TUHAD-FED'ê 21 salan ji bo pirgirêkên malbatên girtî û hikumxwaran çareserî hilberandin û diyar kir ku, ewil li Stenbol, Îzmîr, Amed û Mêrsînê di navbera dîrokên cuda de komele hatine vekirin û paşê ev berbelav bûye. Yilmaz bi bîr xist ku, ew di 2003'yan de veguherîne federasyonê û got, piştî hewldana 15'ê Tîrmeha 2016'an bi KHK'ê re hemû komeleyên wan hatine girtin.

'ÎNÎSIYATÎF DENGÊ GIRTIYÊN LI ZINDANAN E'

Yilmaz got, ew berê rastî gelek serdegirtin, çewisandin û pêkûtiyan hatine û niha gelek rêveber û hevserokên wan girtîne. Yilmaz wiha domand: "Berê hin komeleyên me hatin girtin, lê em cara ewil rastî girtineke wisa tomerî hatin. Li nêzî 15 bajaran nûnertiyên me hebûn. Ev hemû bi hev re hatin girtin. Lê hevalên me ne xwedî feraseta xebateke girêdayî cihwaran e. Piştî hemû komele û şaxên me hatin girtin, li nêzî 15 bajaran li ser esasekî dildariyî hevalên me tevgeriyan û Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re hat avakirin. Her çi qas zehmetiyên wê hebin jî, dê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re ji bo çareserkirina pirgirêkên malbatên girtiyan tevbigere û bibe dengê girtiyên li zindanan."

LI SER ESASÊ PIŞTEVANIYÊ PIRGIRÊK TÊN ÇARESERKIRIN

Yilmaz dest nîşan kir ku, îdiaya Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re ew e ku, dê wek komleyên di bin banê TUHAD-FED'ê de heta serdan û çareserkirina pirgirêkên malbatên girtiyan tevbigere û wiha domand: "Malbat rastî zor û zehmetiyên dijwar tên. Mînak; ji sedî 80'yê girtiyên ku li Herêma Marmarayê ne, malbatên wan li Kurdistanê dijîn. Yanî çûn hatine wan, xwe gihandina zarokên xwe û hwd. gelek zehmetî hene. Berê dema komeleyên me nehatibûn girtin malbatan dihat serî li komeleyê dida û pirgirêkên wan bi wî awayî dihatin çareserkirin. Niha bi Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re bêyî cihwarek hebe, xwe digihînin zarokên xwe yên li zindanan. Helbet girtina komeleyan bi xwe re zehmetî anîn. Lê belê, kêliyekê be jî bi avakirina Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re dubare pirgirêkên malbatan bi awayekî tên çareserkirin."