REQA - Ji fermandarên Odeya Çalakiya "Xezeba Firatê" Rojda Felat diyar kir ku, ew dê operasyona Reqayê ya ku pêngava wê ya duyemîn li ber temamkirinê ye, bi wergirtina Tabqa û dorpêçkirina Reqayê bidome.
Ji fermandarên Odeya Çalakiya "Xezeba Firatê" Rojda Felat, operasyona "Xezaba Firatê" ya bi dorpêçkirina Tabqayê didome nirxand. Felat dest nîşan kir ku, di merhaleya duyemîn de heta niha wan 197 gund, bi dehan mezrik rizgarkirine û qada stratejîk ji dest DAIŞ'ê wergirtine û got, wan qadeke 2 hezar û 480 kîlometrekare rizgar kiriye. Felat anî ziman ku, Reqa ji bakur û rojavayê ve hatiye dorpêçkirin û got, ew ber bi Bendava Tabqayê ku qadeke stratejîk e û navçeyên wê ve pêş diçin.
HEJMARA GUNDÊN HATIN RIZGARKIRIN 236'AN DERBAS KIR
Felat anî ziman ku, wan di operasyona ku merhaleya wê ya yekemîn di 5'ê Mijdara 2016'an de da destpêkirin de bi giştî 3 hezar û 200 kîlometrekare ji DAIŞ'ê paqij kirine û dest nîşan kir ku, hejmara gundê wan rizgarkirine 236'an derbas kiriye. Felat wiha domand: "Di her merhaleyê de em hedefekê didin pêş xwe. Em hemû planên datînên pêşberî xwe pêk tînin û em DAIŞ'ê ji qadên xwe derdixînin. Beriya niha bi çend rojan, hêzên me yên ji milên Eyn Îsa û Kadîriyeyê tevgeriyan gihaştin hev. Bi vî awayî qadeke mezin hatiye dorpêçkirin. Hêzên me, qismên ku di navberê de man jî, ji çeteyan paqijkirin."
DÊ REQA BÊ DORPÊÇKIRIN
Felat dest nîşan kir ku, ji bo Reqa bê wergirtin divê hawirdora wê bê paqijkirin û anî ziman ku, niha ji bo wan a girîng dorpêçkirina Reqayê ye û wiha axivî: "Em ê hemû gundên li dor Reqayê ne wergirin. Niha dema em vê daxuyaniyê didin jî, hêzên me bi DAIŞ'ê re di şer de ne. Dema me dest pê kir, me planaek dabû ber xwe û ji bo temamkirina vê planê çend gund tenê mane. Pêngav bi vî awayî didome."
'EM BER BI TABQAYÊ VE DIÇIN'
Felat anî ziman ku, di merhaleya duyemîn de hedefa wan a herî girîng wergirtina Keleha Caberê ye û ji wir xwe bigihînin Çemê Firatê û dest nîşan kir ku, ev plan bi awayekî serkeftî pêk tên. Felat ragihand ku merhaleya duyemîn li ber qedandinê ye û wiha axivî: "Em hêdî hêdî ber bi Tabqayê ve diçin. Wek me berê jî diyar kiribû, li kuderê çeteyekî DAIŞ'ê hebe, em ê berê xwe bidin wir û paqij bikin. Tabqa jî yek ji van deran e. Têkçûyîna çeteyan li ber çavan e. Em bi moral û coşeke mezin bi ser DAIŞ'ê de diçin. Em van qadan ji bo gelên xwe azad dikin. Ji bo em gelê xwe ji zilm û qetlîaman biparêzin şer dikin. Ji gelê me tenê daxwaza me ew e ku, piştevaniya me bikin.
Nazim Daştan- Dîhaber