Qeyûm her tiştî li Amedê qedexe dike

AMED - Li Amedê li ser talîmata qeyûman gelek tişt tê qedexekirin. Hat hînbûn ku qeyûman talîmata gelek qedexeyên daye. Di çarvoçeya van qedexeyan de biryara ku otoparkên li şûna avahiyên hatine hilweşandin bi awayekî demwextî hatine vekirin bên girtin û dezgehên li kolanan firoşkariyê dikin bên rakirin. Hat angaştkirin ku erebokên destan jî ji nav bajêr bên komkirin.

Qeyûm piştî hat ser şaredariyê gelek tişt li Amedê tên qedexekirin. Piştî Rewşa Awaret (OHAL) ku hat îlankirin şûn ve gelek şaredariyên DBP’î jî hatin desteser kirin û qeyûman tayînî van şaredariyan kirin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Piştî ku hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin, di 1’ê mijdara 2016’an de li ser fermana Wezîrê Karê Hundir, Cumalî Atîlla jî wek qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin. Bi destpêkirina qeyûmê re li bajarê qedîm û dîrokî li Amedê, li ser fermana qeyûm Atîlla gelek saziyên girêdayî şaredariyê hatin girtin û karker ji kar hatin dûrxistin û gelek pêkanînên sosret pêkhatin.

OTOPARK TÊN GIRTIN TABLA TÊN RAKIRIN

Niha jî li ser daxwaza qeyûm Atîlla, qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Yenîşehîr, Sûr û Peyasê xwestine hemû otoparkên li semta Ofîsê di şûna avahiyên hatine hilweşandin de bên girtin û tablayên firoşkoran ên li kûçe û kolanan bên rakirin û qedexekirin. Ev bû nêzî hefteyeke bi sedan tablavanan ji aliyê zabitayan û polîsan ve tên rakirin. Her wiha ev ekîbên zabita û polîsan çûne cem otoparkên li Ofîsê û xwestine kargehên xwe bigirin. Hat zanîn ku ev otoparkên ku bi awayekî demwextî an go heta avahiyên nû di şûna van avahiyan de bên çêkirin hatine vekirin bi hinceta “Rûhsatname û bac nadin” dê bên girtin.

ANGAŞTA EREBOKÊN DESTAN BÊN RAKIRIN

Li gel van qedexeyan jî hat angaştkirin ku qeyûman talîmat dane ku erebokên destan ku di dîroka Amedê de cihek xwe taybet û girîng digirin bên rakirin. Bi hezaran welatî ji van erebokên destan debara mabata xwe pê dikin û nanê xwe jê derdixin.

‘JI BO QIRKIRINA BAJARAN HATINE PEYWÎRDARKIRIN’

Dê bi rakirina erebokên destan, tablayan û girtina otoparkan bi hezaran welatî ji karên xwe bibin û nikaribin kar bikin. Karkerên li otoparkan dixebitin, tablavan û kesên erebokên destan bikar tînin, li dijî vê biryarê bi bertek in. Yek ji van karkerên otoparkan ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda destnîşan kir ku ew debara malbata xwe bi karkeriya vê otoparkê dike û got ku dema ev otopark bê girtin ew nikare nan bibe nav zarokên xwe. Karkerê ne xwest navê xwe bide diyar kir ku pêkanînek wisa di dema şaredariyên DBP’ê de tune bû û got ku qeyûmên hatine bicihkirin ji bo qirkirina bajar û hemû çanda kurdan qedexe bikin li ser kar in.

Tablavanekî ku cixarê difiroşe û nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku nîvê muşteriyên wî polîs û leşker in û got ji ber buhabûna cixareyan kes nikare cixareyên tekel bifiroşe û her kes berî xwe dide ser dezgehên wan. Tablavan got ku qedexekirina tabla û dezgehên wan neheqiya li dijî hebûna wan e.

‘KARÊ ME QEDÎM E’

Hemalan jî got ku ew ê li gorî kêfa qeyûman tevnegerin û got ku ew ê ji bo debara malbatên xwe karên xwe berdewam bikin. Karkeran da zanîn ku erebokên destan yek ji karekî herî qedîm yê li Amedê ye û got ku ji bilî vî karî tu karek din tune bixebitin.

PEYKER JÎ HATIBÛN RAKIRIN

Beriya niha jî li ser talîmata qeyûman Abîdeya Roboskê ya ku ji bo bîranîna 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin li Parka Roboskê ya li navçeya Peyasê hatibû danîn û peykerê şeran ên li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibûn rakirin.