'Girtin meşa çapemeniya azad nikarin rawestînin'

AMED - Bi girtina Midurê Nûçeyan a DÎHA ya bi riya KHK'ê hat girtin Omer Çelîk, hêjmara xebatkarên girtî yên ajansê gihişt 11’an. Edîtorê DÎHA’yê Mehmet Alî Ertaş anî ziman ku nûçegîhanên wan bi cîh anîna rol û mîsyona civak dayî ser mila wan tên girtin û got ku meşa çapemeniya azad bi girtinan nayê rawestandin.

Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) ya bi diruşmeya “Ji rastiya tû demê tawîz nayê dayîn” di sala 2002’an de destpê weşanê kir, 14 salên weşanê de her tim li ser kevneşopiya çapemeniya azad meşiya û herî dawî 29’ê Cotmehê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin. DÎHA, di 24’ê Tirmeha 2015’an destpêka şerê li heremê heya bi riya KHK’ê girtinê 48 ceran bêhuquqî hat sansûrkirin.

Di jiyana weşana DÎHA’yê de nûçegîhanên wî her tim rastê astengiyan, gefên hêzên dewletê hatin û gelek caran bûroyên wî hat serdegirtin lê li hemberî hemû êrîş û zordestiyan dest ji çanda çapemeniya azad berneda. Bi destpê kirina şerê li heremê re dehan nûçegîhanên ajansê hatin binçavkirin û ji van Nedîm Oruç, Nûrî Akman, Nazim Daştan, Feyyaz Îmrak, Mazlum Dolan, Ziya Ataman, Meltem Oktay, Mûhammed Dogru, Bîlal Guldem, Mehmet Hakki Yilmaz, Abdulkadîr Tûray, Nedîm Turfent, Şermîn Soydan, Îdrîs Sayilgan, Şerîfe Oruç, Mehmet Guleş, Perîhan Kara û Erdem Muhircî hat girtin. Nûçegîhanên ajansê Nedîm Oruç, Nûrî Akman, Nazim Daştan, Feyyaz Îmrak, Meltem Oktay, Bîlal Guldem, Mehmet Hakki Yilmaz ve Şermîn Soydan piştî mehan hatin berdan Lê tevî Midûrê DÎHA yê berê Omer Çelîk 11 xebatkarên DÎHA girtî ne.

Ji bilî sansûr û zordestiyan 11 nûçegîhan û Midûrê ajansê yên hatin girtin ji ber nûçeyan û parvekirinên nûçeyan a medyaya civakî bi hinceta “Endamê rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê kirinê”, “Alîkarî dayina rêxistinê” û “Nivîsên ji bo ewlehiya dewletê bi raya giştî re parvekirin” hêj girtî ne.

MIDURÊ NÛÇEYAN JÎ JI BO NÛÇEYÊN ÇÊKIRÎ HAT GIRTIN

Bi girtina ajansê re êrîş, zordestiyên û girtina li hember nûçegîhanan dawî nebû. Herî dawî Midurê Nûçeyan a DÎHA’yê Omer Çelîk, di çarçevoya lêpirsîna Redhack’ê de 25’ê Kanûna 2016’an di encama serdegirtina mala wî de hat binçavkirin. Çelîk piştî 24 rojên binçavan de derket pêşberî dadgehê û ji ber nûçeyan û parvekirinên medyaya civakî bi hinceta “Endamê rêxistinê” hat girtin.

Ji Edîtorên DÎHA’yê Mehmet Alî Ertaş, êrîş, zordestî û girtinên li dijî ajans û nûçegîhanên wan nirxand. Ertaş anî ziman ku zext û zordariyên li ser çapemeniya azad her tim dom kiriye û got ku çapemeniya ku hewl dide bibe dengê civakê her tim rastê zext û zordariyan hatiye. Ertaş dest nîşan kir ku Midurê Nûçeyan a DÎHA’yê Omer Çelîk bi sedema agahiyan bi civakê re parve kiriye hat girtin û wiha axivî: “Heya îro jî zext û zorderiyên li ser çapemeniya azad ji parastina mafê civakê ya agahî girtinê qewimiye. 10 nûçegîhanên DÎHA û Midûrê DİHA ya hat girtin Omer Çelîk 11 rojnameger Gelek doz û lêpirsîn jî derbarê DÎHA’yê hat vekirin. Ev zext û zordarî bê navber didome.”

Ertaş diyar kir ku rojnameger hemû qadan û hemû deman rojnamegere û axaftina xwe wiha domand: “Dema kesek rol û mîsyona civakê dide li ser milên xwe, bikaribe bibe deng û zimanê civakê tên girtin û binçavkirin. Naxwazin mafê civakê ya agahî girtinê pêk bê. Em dikarin bi dil girtinê şîrove bikin. Ji ber ku bi riya girtina rojnamegeran civak tê cezakirin. Ji bo ku li gor dewletê çiqas rojnameger girtî be ev qas dengê civakê qût dibe. Ji ber vê yekê gelek hevalên me zêdeyê salekê girtî ne.”

Ertaş balkişan li ser bandora girtina nûçegîhanan a erenî û neyînî û wiha pê de çû : “Bi girtina nûçegîhanan bê gûman neyînî tê jiyîn û li qadan valehî çê dibe. Dibe ku di aliyê fîzîkî û pratîk de neyînî hebe lê aliyê erenî pêhtire. Girtina rojnamegeran gavek erenî ye. Ji ber ev nîşan dide ku hevalên me bi rastî rojnamegerin û dengê civakê ne. Her wiha ji bo ku rol û mîsyona xwe pêk anîne hatine girtin. Ev jî hêz dide me.”

Ertaş herî dawî anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad wekî karwanek mînak da û got ku bi girtina rojnamegeran meşa çapemeniya azad nayê rawestandin û ji îro şûnde jî tê meşa çapemeniya azad berdewam bike.