Rojnameger Başlangiç: Rojnameger ji ber rastiyan dinivîsin tên girtin

ENQERE - Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî girtina rojnamgerên ku 24 rojan di bin çavan de man û hatin girtin got: “Ji ber ku îhtîmala referandûmê nêzîk dibe û rojnamegerên ku rastiyan dinivîsînin dibin hedefa îxtîdarê û ew rojnameger tên girtin.”

Piştî şerê taybet ê îktîdarê li dijî gelê kurd da destpêkirin, zext û tundiya li ser rojnamegeran berdewam dike. Bi taybet rojnamgerên ku di dema şerê taybet de bûyer ji nêz de şopandin bûn hedefa hikûmeta AK Partiyê. Herî dawî bi derxistina Biryarnameyên di Hikmê Kanûnê de êrîşên li dijî rojnamegeran derket asta herî jor. Ji 6 rojnamegerên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî serbest hatin berdan. Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî girtina rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat ji dîhaberê re axivî. Başlangiç da zanîn ku ew baş dizane ku hikûmet ji boyî çi rojnamegeran ditirse. Başlangiç bi lêv kir ku ji ber ku rojnameger rastiyên civakê dinivîsînin û hikûmet ji vê yekê ditirse û naxwaze pêşiya siyaseta wan a kirêt bê girtin.

‘ROJNAMEGER DENGÊ CIVAKÊNE’

Başlangiç diyar kir ku nêzikbûna referandûmê tirs xistiye nava dilê îxtîdarê û wiha axivî: “Îhtîmalê referandûmê tirsa rastî nivîsan xistiye nava dilê îxtîdarê. Îxtîdar ji ber ku rojnamegerên ku rastiyên dinivîsînin ditirse, her roj êrîşî rojnamegeran dike û dixwaze bi girtina rojnamgeran rastî dernekevin holê. Ev yek jî bi awayekî zelal nîşan dide ku îxtîdar rojamegerên ku rastiyan dinivîsînin ditirse û dixwaze dengê wan bi girtinê qut bike. Binêrin dema ku îxtîdar ditirse destpêkê êrîşî rojnamegeran dike. Sedema vê jî ev e ku ji ber ku rojnameger dengê civakê ne û rastiyên civakê dinivîsînin dibin hedef. Lê mirov nikare ji bo hemû rojnamegeran tiştekî wiha bibêje. Tenê mirov dikare ji bo rojnamegerên xwedî wijdan dikare bibêje ku ew dengê rastiyên civakê ne.”

‘EM DIZANIN ÎXTÎDAR JI BOYÎ ÇI ROJNAMEGERAN DITIRSE’

Başlangiç da xuyakirin ku armanca AK Partiyê qutkirina dengê hemû civakê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Girtina rojnamegeran ne tenê êrîşa li dijî çapemeniya mûxalîf e. Girtina rojnamegeran nîşan dide ku AK Partî naxwaze dengê tu kesê derbike. Wekî tê zanîn bi taybet rojnamegerên ku li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe didin meşandin, her tim êrîşên ku hikûmet li dijî gel dide meşandin dinivîsînin û rastiyên civakê ji herkesê ve parve dikin. Em baş dizanin ku hikûmet ji boyî çi rojnamegeran ditirse. Ji ber ku rojnameger rastiyên civakê dinivîsînin û hikûmet vê yekê ditirse û naxwaze pêşiya siyaseta wan a kirêt bê girtin.”

‘AKP DIXWAZE ROJNAMEGERAN CEZA BIKE’

Başlangiç destnîşan kir ku hikûmeta AK Partiyê di dema hevpariya bi rêxistina FETO re heta niha girtinan wekî cezakirin nîşan dide û acaftina xwe wiha domand: “Di dema hevpariya hikûmeta AK Partiyê û rêxistina FETA heta niha AK Partî girtinan wekî cezakirinê nîşan dide û dixwaze bi vî awayî siyaseta xwe li ser civakê ferz bike. Lê niha jî êrîşên AK Partiyê yên li dijî rojnameger û civakê nîşan dide ku cezakirin têra wan nake û dirêjkirina binçavan a 30 rojan dixwaze bi vî awayî zêdetir rojnameger û civakê ceza bike. 6 rojnamegeran ji ber ku rastiyên civakê nivîsîn 24 rojan man di bin çavan de. Ev yek nîşan dide ku rojnamegerên ku niha şûn ve tên binçavkirin, dê heman şêwazê bimînin di bin çavan de.”

‘YEKEMÎN HEDEFA ÎXTÎDARÊ ROJNAMEGER IN’

Başlangiç bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi rastî dirêjkirina binçavkirina 6 rojnamegeran careke din derxist holê ku hikûmeta AK Partiyê tehemûlî fikrên cûda nake. Lê ya herî zêde mirov dê-iêşîne jî girtina wan rojnamegeran e. Niha bi dehan rojnameger ji ber ku wekî îxtîdara AK Partiyê nafikirin di girtîgehan de ne. Ev yek ji bo demokrasiyê xetereyekî herî mezin e. Îxtîdara AK Partiyê ji ber ku neşêya fikrên xwe li ser civakê bide qebûlkirin, siyasetekî dijdemokrasî dide meşandin û yekemîn hedefa îxtîdarê dibe rojnamegerên xwedî wijdan. Heta ku îxtîdara AK Partiyê li ser rêveberiya Tirkiyeyê bimîne ev êrîş dê berdewam bikin.”

Ferît Dere - dîhaber